Serokwezîrê Tirkî Ehmed Dawûd Oxlo piştgiriya welatê xwe bo Artêşa Sûrî a Azad tekez kir û got:” Em dibînin ku Artêşa Sûrî a Azad Nûnerê milletê Sûrî ye, û tenê dikare şerê rejîma Esed bike”.
Ev yek di hevdîtinek tilifizyonî de ku kenaleke Tirî xwecihî duh Sêşembê pê re kir hat, û berdewam kir:” Hebûna Artêşa Sûrî a Azad li deverkê, baweriyê dide xelkên wê deverê, û çiqas dest deynin ser xaka Sûrî, tu kes mecbûrê bazdanê nabe, vajî reîma Esed, dema ku dest datîne ser deverekê, Ereb ên rêje bilind li wê deverê ji ber wî mişext dibin û direvin”.
Herweha Dawûd Oxlo tekez kir ku welatê wî nahêle tu keyanên dijber li ser sînorê wî ji hêla Sûrî ve çê bibin, çi leşgergehê PKKê Bakurê Iraqê, yan Partiya Yekîtiya Dimuqrat(PYD), û Yekîneyên Parastina Gel (YPG).
Destnîşan kir ku (Partiya Yekîtiya Dimuqrat) qirkirineke nijadperistî li bajarê Girê Spî kir, û gundên ku Ereb û Turkman lê bûn ji xelkê wê vala kirin, û ev tişt çavdêrên Navdewletî tekez dikin.
Cigirê Serokê Hevbeniya Niştimanî bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî Mistefa Oso ragihandina Partiya Yekîtiya Dimuqrat ji bajarê Girê Spî mîna Kantoneke bi rêveberiya xwe ve girêdayî şermezar kir, û go “Ew kiryareke nerewa ye, ji yek alî ye, ku dixwaze desthilatî û idyolojya xwe bi hêzê li devereke nû ji xaka Sûrî ferz bike”.
Oso tekez kir ku “Rejîma Esed ya herî sûdê ji van kiryarên Partiya Yekîtiya Dimuqrat dike, û Kurd ziyandarên mezin in, ji ber ev kiryar beşdariyê di zêdekirina dûrbûnê di navbera pêkhatiyên civaka Sûrî de dike, û bêheq gunehê van kiryaran li wan hildigre”.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê tekez kir ku “Pirojeyê Kurdî li Sûrya damezrandina destûrî ji maf, çand, û zimanê kurdan li Sûrya yek û hevgirtîye, ku di bin siya dimuqratî, azadî, û rûmetê bo hemû xelkên xwe dijî, û Kurd beşeke ji milletê Sûrî û pirsgirêka wî a dadwer in”.
Jêder: Hevbendî –El – Enadol