Nûnera bala ya siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî Vîdîrîka Mogîrînî û wekîlê emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî yê kar û barê mirovî û hevrêzkarê hawarhatina awarte Mark Lokok daxwaz kirin ko agirbest yekser li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê bête cîbicîkirin.
Nivîsgeha nûnera bala di daxuyaniyekê de anî ziman ko Mogîrînî û Lokok ligel hev li Biroksilê çend babet û dosya gotûbêj kirin û babeta pêşî ya ku gengeşe li ser hat kirin berdewamiya bombebaranê li ser Xûta rojhelat bû, her weha qeyranên nuha yên li Yemen, Somal û Misilmanên Rohîngiya hatin gotûbêjkirin.
Daxuyaniyê got herdu berpirsiyaran di gengeşeya xwe de tekez kirin ko giring e di cih de biryara Encûmena ewlehiyê 2401 cîbicî bibe, û şer û pevçûn raweswtin û sivîl bên parastin û alîkariyên mirovî bilez bighêjin kesên hewcedar .
Çalakvanan ji Xûta rojhelat gotin ku heşt kes di şeva borî de bi encama êrîşên asmanî li ser herêmê şehîd ketin, û diyar kirin ko du şehîd li Dûma û dudo li bajarokê Cisrîn û yek li bajarokê Misraba û şehîdek li bajarokê Zemleka û şehîdek li Heresta û yek li Midêra ketin.
Netewên yekgirtî duh sêşemê ragehand ko ew nikare alîkariyên mirovî bigihîne sivîlên li Xûta rojhelat yên ji hêla hêzên rêjîmê ve hatine dorpêçkirin.
Berdevkê emîndarê giştî yê Netewên yekgirtî Istîvan Dogirîk got: em nikarin karwanên xwe yên alîkariyan yên ku jiyanê rizgar dikin bigihînin û birîndaran ji xûta derxînin.
Berê jî Waşinton ji Mosko daxwaz kiribû ko bandora xwe ya li ser rêjîma Esed bikar bîne ji bo di cih de êrîşa xwe ya li ser Xûta rojhelat a dorpêçkirî rawestîne, berdevka wezareta derve ya Emerîkî Hîdiz Noyirt di daxuyaniyekê de got rêjîma Esed û yên piştgiriya wê dikin Rûs û Îranî êrîşên xwe li ser Xûta rojhelat berdewam dikin, tevlî ko Encûmena ewlehiyê bangewaziyek şandiye bo agirbest pêk bê.
Encûmena ewlehiyê şemiya borî bi tevaya dengan biryara 2401 derxist, ya ko daxwaza cîbecîkirina agirbesteke 30 rojî li Sûriyê dike, her weha rakirina dorpêçê ji ser Xûta rojhelat û herêmên ku niştecih lê dimînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans