• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Wednesday, 10 August , 2022
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî

Desteserkirina Tawankar Rifet Elesed “Kujerê Tedmur” Li Parîsê Bi Tawana Diziya Pereyan Ji Sûriyê

June 28, 2016
in Nûçeyên Siyasî
Desteserkirina Tawankar Rifet Elesed “Kujerê Tedmur” Li Parîsê Bi Tawana Diziya Pereyan Ji Sûriyê

Dadgeriya Firensî îro belgenameyek di derheqê Tawankar Rifet Elesed “Xwînrêjê Kuştara Tedmur”, amê Tawankar Beşar Elesed, bi tawana diziya pereyên giştî ji Sûriyê û bikaranîna wan pereyan li cihekî dî, û veşartina karê karmendan bi nihênîkirina kiriya wan ya ku destbidest dide wan.

Rêkxistina “Şêrba” ya nefermî ya ko taybet e bi berevaniya qurbaniyên tawankariyên abûrî ya ko di sala 2013 û 2014an gilînameyek dijî Rif’et Esed hilda “ji ber bidestxitina pereyan bi rêyeke nedirist”,  ji acansa Frans Press re ev pêzanîn tekez kirin û vehesa xwe ji evê “pêşveçûnê” diyar kir.  

Rêkxistinê Rifet Elesed yê ko ji salên Heştêyan ve li derveyî Sûriyê ye, bi komkirina gelek pereyên ko bi rêyên dizî û gendeliyê re hatine tawanbar dike.

Di raporta sala 2014an, vekolînerên gumrikê bi alîkariya kompaniyên ji Loksimborgê, texmîn kirin  ko li dora 90 milyon Yoro mal û milkê wî û malbata wî ya ko 4 Jin û deh zarokan pêk tê heye.

Di Lîsteya milkên wan de Qesr û Parkeke Hespan li dora Parîsê, û xanî li buhatirîn taxên Parîsê, û gelek Otêl û du avahiyên tekûz û Nivîsgeh li Lîyonê hene. Vekolîneran gotin ku ev milk di navbera 1984 sala giha Firensa digel hevrêyê xwe û heta sala 1988an kirîne.   

Ev biryara Dadgeriya Frensî di sibeha bîranîna kuştara zindana Tedmurê de derket, kuştara ko Rêjîma Esed di 27.06.1982an kiriye, ewê hingê hêzên Seraya Eldîfaa ko Rifet Esed serokê wan bû, ketin Zindana Tedmurê û li dora 1000 Girtiyî bi kêmanî kuştin piştî rojekê ji hewldana kuştina Hafiz Elesed.

Ew Girtî li parêzgehên sûrî tevan, û bê dadgehkirin hatibûn girtin, û kuştina wan bi şêweyekî hovane bû, ko malbata Esed ji gava ko desthilatî girtin û heta nuha wisa bi serê miletê Sûrî tînin.

Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, di daxuyaniyekê de derbarê bîranîna kuştarê got: “zîndana Tedmurê nimûneyeke li ser siyaseta hovane ya rêjîma Esed ya ji bona avakirina dewleta tirs û terorê bikar anî, bi hezaran xelkê Sûriyê di binê zîndanan de hatine kuştin, û bi hezaran jiyê xwe di zîndanan de derbas kirin, bê hebûna belgeyên yasayî û bê liberçavgirtina kêmtirîn pîverên navdewletî yên naskirî”.

Bêtir di daxuyaniyê de got: Tevî hevqas binpêkirin û tawankariyên hatin encamdan bi dirêjahiya bêhtir ji çil salî li Sûriyê, civaka navdewletî bi dadgehkirina encamderên van tawanan ranebûye, ji ber rabûna gelek dewletên kartêker bi xurtkirina siyaseta rizgarkirina ji sizayan, û xistina fişaran li ser gelê Sûriyê ji bona dabînkirina parastinê bo tawanbaran û misogerkirina zalbûna wan li ser desthilatê di paşerojê de di her çareseriyekê de!

Di dema ku Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, tekez kir ku her çareseriyek siyasî ya rasteqîn girêdayî ye bi awayekî rasterast bi piransîpê dadgehkirinê, û pêwîst e cihê encamderên tawankariyên dijemirovahiyê di rikehên dadgehan de bin, ne bibin alî di çareseriyê de!

Jêder: Hevbendî û Frans Press

ShareTweetSend

Posts Related

Elasimî Tekez Dike Ku Nêzî 1500 Malbatî Vegeriyane Efrînê û Daxwaz Dike ku Her Kes Vegere Ser Mal û Milkên Xwe
Nûçeyên Hevbendiyê

Elasimî Tekez Dike Ku Nêzî 1500 Malbatî Vegeriyane Efrînê û Daxwaz Dike ku Her Kes Vegere Ser Mal û Milkên Xwe

August 9, 2022
Hevbendiya Niştimanî Berdewam e di Karê li Gel Netewên Yekgirtî û Hejmarek ji Dewletan ji bo Çareserkirina Pirsgirêka Kampa Elrukban
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Berdewam e di Karê li Gel Netewên Yekgirtî û Hejmarek ji Dewletan ji bo Çareserkirina Pirsgirêka Kampa Elrukban

August 9, 2022
Load More

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeya Îro

Nûçeyên Hevbendiyê

Civatên Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Xola 61’emîn Dest pê Dikin

March 30, 2022

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13.1k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 7 Follower

Nûçe

Elasimî Tekez Dike Ku Nêzî 1500 Malbatî Vegeriyane Efrînê û Daxwaz Dike ku Her Kes Vegere Ser Mal û Milkên Xwe

Hevbendiya Niştimanî Berdewam e di Karê li Gel Netewên Yekgirtî û Hejmarek ji Dewletan ji bo Çareserkirina Pirsgirêka Kampa Elrukban

Hevbendiya Niştimanî Dijminkariya Îsraîla Dagirker li Ser Gezeyê Şermezar Dike

Raporek Meydanî: 14 Şehîd û 30 Birîndar Qurbaniyên Rêjîma Tawankar û Milîsên PYDe Yên Terorîst li Deverên Rizgarkirî di Heyva Bûrî de

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.