Desteya Zanyarên Misilman li Libnanê doz li hevpeymana “Asifet Elhezim” ya bi serokatiya Si’ûdiyê kir, “da Stemkaran li Sûrî û Îraqê birawestîne, çimkî stema wan bi ser ya ko li Yemen dibe dikeve”.
Deste dibîne ji erkên Neteweya Erebî ye ko li himber ew gendeliya Îran û Çeteyên wê pê radibin derkevin.
Desteya Zanyaran, destdirêjiya Îranê “di çewisandina miletan de tiştekî kirêt dibîne. Û gendeliyê bi kuştin û koçkirinê dike û çarenivîsa mirovan têk dib”.
Her wiha Desteyê di daxuyaniya xwe de doz li Hevpeymanê kir da piştgiriyê bide ew kesên ko li Mizgefeta Eleqsa liberxwe didin û dorpêçê ji ser wan û bi taybetî ji ser Xeza rake.
Tê zanîn ko Hevbendiya Niştimanî daxuyaniyek derxistibû tê de piştgiriya xwe ji Asifet Elhezim re dabû xuyakirin û doz li wan kir ko li dijî Esed û dagîrkerên Îranê li Sûriyê jî bikar bînin. Û doz li “Dewletên dost û heval kir da hevpeymanekê tund li dijî Esed bikin da desthilatdariya wî birûxînin û hem jî Îran û tumabûna wê birawestîne û wêrankirina Sûriyê dawî lê bê û alîkariya miletê Sûriyê di misogerkirina armancên wî de bike”.
Jêder: Hevbendî+Elenadol