Dezgeha Netewên Yekbûyî ya karûbarên Penaberan anî ziman ko rewşa dijwar li ser sînorê Meceristanê û gelemşeya navbera sînorê Sirbiya û Kirwatiya dide diyarkirin ko hevrêzî û lihevkirineke Ewropî di derbarê rewşa Penaberên ko xwe li Ewropa digirin nîn e.
Ediriyan Edwardiz berdevkê Dezgehê got ko rojbiroj hejmara Penaberên têne Ewropa bêtir dibe û dem dibuhure ko çareseriyekê ji qeyrana Penaberan re bibînin.
Berdewam kir “di dema nuha de birêveberiya qeyranê nabe çareseriya wê ji aliyê dewletan ve pêk nayê lê bi tekane çere dibe. Girtina Sînoran li ber Penaberan ne Çareserî ye, û ji gelek sedeman ya herî giring ko lihevkirinek bi cûreyekî guncayî bibe.”
Dezgehê diyar kir ko ev rewş guncayîye ji bo qaçaxçiyên mirovan û jibil wan jî yên ko Penaber û Koçberan delîve dikin.
Evê salê çarsed û çil hezar Penaber di rêya Derya Spî re gihane Ewropa.
“Komîta Penaberên Sûrî li dewletên buhurandinê” ya ko Hevbendiya Niştimanî Sûrî ew damezirandiye li dewletên ko bi mijara Penaberan re têkildar in doz kir”ko bi Penaberên Sûrî re dilnerm bin da buhurandina wan baş be û ji aliyê qaçaxçiyan ve neyêne delîve kirin. Hem derdê wan sivik bikin li gora peymanên navdewletî û cihê niştebûna wan ya demkî dabîn bikin. Çimkî demsala Zivistanî nêzîk dibe.”
Her wiha komîtê di kongirekî rojnamevanî de roja çarşema buhurî lidar xistibû, destnîşan kir ko pirbûna hejmara Penaberan ew jî bi planên rêjîma Esed û ji pişt wî Îran ve girêdayî ye ko koçberkirin ye ji miletê Sûrî re dikin ko berê Hevbendiyê hişyarî ji bo wilo dabû, bi amanca guherîneke dîmugrafî ko amancên rêjîma Esed û Îranê di parçekirina Sûriyê de pêk bîne.
Her wiha Komîtê doz kir ko herêmeke aram li bakur û başûrê Sûriyê çê bibe û sivîlan ji firokên Esed û bermîlên wî yên teqîner û hem ji êrîşên Daiş biparêzin. Bal kêşand ser giring e ko çareseriya siyasî li ser Rêjîmê feriz bibe û kar ji bo desteyeke desthilata veguhêz bi hemû karînan çêbibe û têkbirina Beşar Esed û rêjîm û peyayên wî bibe, û koçberî û kuştin biraweste.
Jêder: Hevbendî+Acans