Endama komîta vekolîna navdewletî Karla Dîl Bontî got ko wê Destjêberdana xwe ya kar ji komîtê re pêşkêş kiriye bi sedema lawaziya piştgiriya siyasî ya ko ji Encûmena Ewlekariyê dibînin derbarê karê komîta vekolîna navdewletî ya ko taybetmend e ji bo binpêkirin û tawankariyên ko li Sûriyê dibin.
Vekolînerê dilsariya xwe ji acansa Siwêsra re ya nûçeyan re derbirîn kir ya ko li ser zimanê vekolînerê duh yekşembê 06.08. belav kir û vekolînerê got: “ew tu desthilatî digel nîn e mafir ko Encûmena Ewlekariyê nikare tiştekî bike”, berdewam kir “em bê desthilatdarî ne û dadmendî ji bo Sûriyê nîn e”.
Berê jî Dîl Bontî daxwaz kiribû ko serê rjîma Esed bo dadgehê pêşkêş bikin eger di desthiladariyê de jî bimîne, û dema firokên Esed karwanê alîkariya mirovî bi mebest bombebaran kiriye wê belgeh kiriye, dilsariya xwe ji nekarîna tiştekî re anî ziman ko ew nikare tawankaran bo dadmendiyê pêşkêş bike.
Dîl Bontî rewşa Sûriyê anî ziman û got: “tiştê me li vir li Sûriyê dît qet min li Rawenda û ne li Yogislafya berê li Belqan nedît”, û berdewam kir ko “bobelateke mezin e, mixabin dadgeh nîn e”.
Vekolînera Siwêsrî (70 salî) karê xwe di komîta vekolînên navdewletî ya taybet bo Sûriyê di gulana 2012ê de destpê kiriye, gelek êrîşên kîmawî li Sûriyê tomar kirine hem jî awayê dorpêç û bombebarana karwanên alîkariyên mirovî yên navdewletî ji hêla Esed ve ewê tomar kirine.
Komîta vekolînan ya navdewletî tekez kir ko ewê piştî çûna Dîl Bontî karûbarê xwe berdewam bike, komîtê di daxuyaniyeke xwe de anî ziman ko “ji erkê me ye em karê xwe berdewam bikin ji dêvila qurbaniyên Sûrî yên ko ketine ber nebaştirîn binpêkirinên mafên mirovan û tawankariyên navdewletî yên li dijî mirivantiyê çêbûne” .
Komîta vekolîna navdewletî ya taybet bi tawankariyên ko li Sûriyê çêdibin ya ko sala 2011ê hatiye damezirandin ji sê vekolîneran pêktê, û bi çûna Dîl Bontî pisporê mafê mirovan yên Berazîlî pawlo Sêrciyo Bînhîro û ya Emerîkî Karîn Konnc Ebû Zêd man.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans