Wezîrê Karê Derve ê Erebistana Si`ûdî Adil El – Cibêr tekez kir ku :” ji bo dewleta Sûrî neherife û gelemşe li Sûryayê peyda nebe, giringiyek pêwist bo parastina saziyên dewletê yê sivîk û yên leşkerî li Sûriyayê heye “.
Ew yek di kongireke rojnamegerî hevbeş de bi hevkûfê xwe yê Rûsî Sêrcî Lavrov re îroj li Moskoyê ragihand. El – Cibêr tekez kir ku çi axavtina li ser guhertina helwesta Erebistana Si`ûdî derbarê pirsgirêka Sûrî nerast e.
Wezîrê Karê Derve helwesta Erebistana Siûdî ya neguhêr ji çareserkirina pirsgirêka Sûrî bi şêweyê siyasî li ser nerînên Cinêv1 û pêkanîna desteyek fermandariya veguhêz diyar kir.. Herweha El – Cibêr li ser pêwistiya koçkirina Beşarê Esed û nexistina wî di tu pêrabûnên pêşerojî de tekez kir, ji ber ew sedema sereke di wêrankirina Sûrî û belavbûna rêxistinên tirorist li ser erda wê de ye.
El – Cibêr di hevdîtina xwe bi Wzîrê Karê Dervê ê Elmanî jî re duh got :” Her ku koçkirina Beşarê Esed bi lez bibe, em ê dikaribin li tibabek mezin ji van saziyan miqate bin”.
Herweha El – Cibêr ji Iranê xwest ku hemû milişiyên xwe ji erda Sûrî bikişîne, di nav wan de jî hêzên milişiyên Hizbillah ê tirorist:” Ji ber nabe ku Iran bibe beşek ji çareseriyê û ew bi xwe beşek ji pirsgirêkê ye”
Ji hêla xwe ve Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoce duh tekez kir ku rejîma Esed bi yek car diherife û ” Divê em vê derfetê ji dest xwe nebin, û em valahiya ji encama vekişandina rejîmê ji hindek deveran li Sûryayê dagrin, em derfeta hebûna saziyên dewletê jî bi dest bixin berî ku ew jî biherifin” wek ku rejîmê soz dabû rewşeke gelemşeyî biafirîne, li gor daxwaza hevalbendên wî” Yan Esed yan ne tu kes, Yan Esed yan em ê welat bişewtînin”.
Xoce diyar kir ku lihevkirinek heye ta tu rol ji Beşar re di operasyona veguhêz de tune be, û eger em bixwazin di operasyona diyaklokê de berdewam bin, divê hêzeke zextkar li ser rejîmê hebe, ta ku vegere maseya gotubêjan û bigihêjin operasyona veguhêz.
jêder: Hevbendî