Serokȇ Șepola Pȇșerojȇ ȗ Serokȇ Hikȗmeta Libnanȋ a berȇ Se`ed El-Herȋrȋ, encamên șerȇ ku rejȋma Esed dijî milletȇ Sȗrȋ dike bo pȇkanȋna ecindeyȇn xwe yȇn leșkerȋ xist hustȇ Hizbillah, ȗ tekez kir ku :” Libnan, bi Hikȗmet, artȇș, ȗ pirȇ milletȇ xwe, ȋșȇ wan ji vexwendinȇn șer ȗ rȇxistinkirina cengan di çiyayȇn Qelemonȇ de tune ye”.
El – Herȋrȋ duh di daxuyeaniyekȇ de siyasetȇn tewș ȇn Hizbillah, mȋna tuhmetbarkirina wê ji dewletê ȗ saziyȇn rewa re bi pȗçkirina ragihandina ” Bi`ebda” rexne kir, ȗ haydarȋ da ji bandora beșdariya Milișiyȇn Hizbillah di Sȗryayȇ de li ser saxlemiya leșkerȇn Libnanȋ ku li gel Cebhet El –Nusra ȗ Rȇxistina Daișȇ girtȋ ne, ȗ bal kișand ku destwerdana Hizbillah di Sȗryayȇ de ȗ kiriyarȇn wȇ ku kuștin ȗ wȇranî li Sȗryayȇ encam dan, wȇ derfetȇ bide aliyȇ dȋ bo șer di hindirȇ Libnanȇ de bike ȗ karin cengȋ ku encamȇ wȇ kuștin ȗ wȇranî be di nav Libnaniyan de.
El-Herȋrȋ tekez kir: ” Tu hȇz di cȋhanȇ de, ne Hizbillah, ne Pasvanȇ șoreșger ȇn Iranȋ, hezarȇn tonȇn bermȋlȇn teqȋner, ȗ ne ew hȇzȇn ku bi hȇzȇn serkeftȋ bi navê Pasderan, ȗ herweha çekên leșkerȋ ȇn Iranȋ didin wan, dikarin Beșarȇ Esed ji rȗxandinȇ biparȇzin “.
Ȗ berdewam kir: ” Ev e mentiqa dȋrokȇ, ku tu car li kesekȋ berpirsȇ kuștina sed hezaran ji millet nabȗrȋne, Hibzillah di vȋ warȋ de hevparekȋ yekser e di tawana ku li Qelemonȇ tȇ amadekirin, bo ber bi Libnanȇ de were”.
El – Herȋrȋ wisa pȇ de çȗ: ” Barê li ser millȇ Libnanȇ ji ber koçbȗna xelkȇn Sȗrȋ bi vȋ awayȇ pir, ji ber șerȇ li Sȗryayȇ, di nav de jȋ karȇ ku Hizbillah tȇ de li Hims, Qisȇr, Qelemon, ȗ bajarokȇn di xeleka Rojhilatȋ de beșdar dibe, ev pirsiyariya vî barî di ser karȋna Libnanȇ re ye, çȗna şerine nû bi kȇr nayȇ”. Ȗ destnȋșan kir ku : ” Hinek hene dixwazin bibȇjin șerȇ paşre wȇ yȇ libnanȋ li ser erda Sȗrȋ be”.
Herweha El – Herȋrȋ bikaranȋna Hizbillah ya tirorist ji sȋnorȇn Libnanȋ re :” Bȇ li kesî vegere, di qonaxek nȗ de ji destwerdana di Sȗrȋ de, ku tu karȇ wȇ ji bilȋ parastina hȇla rojavayȋ ji Beșarȇ Esed re di dema van herfandinȇn leșkerȋ yên artȇșa rejȋmȇ di gelek deveran li Sȗryayȇ tune ye” rexne kir.
El – Herȋrȋ diyar kir:” Hizbillah, wek her car li șȋretȇn hevparȇn xwe li welȇt guhdar nake, ȗ wȇ weke her car hemȗ haydariyȇn Libnanȋ bo kișandina agirȇn Sȗrȋ bo Libnanȇ binpȇ bike”. Ȗ pirsyar kir: ” Gello ev șerȇ ku guftugo li ser çȇ dibe, wȇ li ser erda Sȗrȋ yan Libnanȋ bibe? Eger li ser erdȇ Libnanȋ bibe, gello tu biryara Libnanȋ bo radestkirina sȋnor bo aliyȇn çekdar ȇn nerewa heye?”.
Endamȇ Desteya Siyasȋ ȗ Razgirȇ Giștȋ yȇ berȇ di Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ de Bedr El – Camȗs haydarȋ ji çȇbȗna kuștaran ku Milișiyȇn Nesrella li Qelemon li gundewarȇ Șamȇ dikin dabȗ, ji ber ew Milișiyȇn xwe yȇn tirorist li wir dicivȋne, bo șerek nȇzȋk dijȋ șoreșger ȗ sivȋlȇn bȇçek bike.
Camȗs got riftarȇ ” Partiya Rejȋma Iranȋ” li Libnanȇ bi hewceyȋ bersivek ȗ destwerdanek Erebȋ ȗ Navdewletȋ ye, ji ber ȇ ku li serokȇ van Milișiyan di alavȇn ragihandinȇ de guhdar dike dema ku gefa dixwe ȗ șerȇ xwe dijȋ Sȗryan eșkere dike, guman dike ku ew bi roniyek kesk ya navdewletȋ ji wȋ ȗ rejȋma wȋ a Iranȋ ji bo berfirehkirina zordariyȇ dilive. Tu hesaban ji yasa ȗ belgeyȇn navdewletȋ re nake.
Camȗs, herweha ji hikȗmet ȗ artȇșa Libnanȋ xwest ku sȋnorȇ xw kontrol bikin, pirsyariya xwe derbarȇ rȇxistina Hizbilah hilgrin,ji kêmanî ȇrȋșȇn van Milișiyan yȇn berdewam li ser millet ȗ erdȇ Sȗrȋ șermezar bikin.
Jȇder: Hevbendȋ