Saminsa Bawer balyoza Amerîka di Netewên Yekgirtî de ragihand, ku arîşeya rêxistina DAIŞê di Sûriya û di hin navçeyên din yên rojhilata Navîn de çareser nabe heta ku Beşar Esed li ser desthilatê ye.
Saminsa duhî di çavpêketineka telviziyonî de got, ku “Serok Obama li ser wê baweriyê ye ku arîşeya rêxistina DAIŞê bi şêweyekî seranser çareser nabe heta ku çareseriyek ji arîşeya Esed re neyê dîtin “.
Dîsa got “ku ji sedemên hatina cengawerin beyanî bo Sûriyê ji ber ku ew dixwazin şer li dijî Esed bikin, ji ber êrîşên Esed yên bi bermîlên teqîner û bi kilorê, û nabe ciyawaziyê bêxin di navbera wan de”.
Herwiha Bawer hişyarî da alîgirên Esed li ser berdewamiya piştgiriya wî û got ku “rêjîm nerewa ye” û pêwîst e Esed kar ji desthilatê bikşîne.
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî di çendîn daxuyaniyên xwe de tekez kiribû ku DAIŞ di navçeyê de rengvedanek ji terora rêjîma Esed de, û DAIŞ hat demzrandin li pêş çavê damedezgehên Ewlekarî yên rêjîmê, herwiha ku miletê Sûriyê ketiye di navbera çakûçê rêjîma Esed û nalê rêxistina DAIŞê de, û hevdem Hevbendiyê tekez kiriye ku rêjîma Esed di deverê de binyat û berhemhênerê teorê ye, û hîç çareseriyek bineretî ji terorê re nîne bê çûna Esed û peyayên wî.
Têzanîn ku Salim Elmislit berdevkê Hevbendiya Niştimanî tekez kiribû ku ” dûrkirina Esed mercekî serekî ye bo danustandinan di her çareseriyek Siyasî de”, û di daxuyaniyeka xwe de cext kiribû li ser ku ” li pêş ev merc bibe daxwaza serekî ya Hevbendiyê, ku ew berê û hêjî daxwaza serekî ya gelê Sûriyê ye, yê qurbaniyên binirx û biha di berde dane”.
Jêder: Hevbendî+ Wekalat