Wezîrê derve yê Si’ûdiyê Adil Elcubêr dîsa helwesta welatê xwe ya dijî hebûna rola Esed di paşeroja Sûriyê de dupat kir.
Li Riyadê paytexta Si’ûdiyê û di kongirekî rojnamevanî de digel hevkofê xwe yê welatê Nemsa Sibîstan Kortis, Elcubêr got: welatê wî û bi hemû şiyanên berdest wê hewla pêkanîa vê yekê bide, herwiha ku hêjî bijardeya leşkerî dimîne, û tekezî li ser berdewambûna piştgiriya Artêşa Azad kir.
Dîsa Elcubêr got ku pêwendiyên welatê wî bi hindek girûpên opozisyona Sûriyê hene derbarê lidarxistina Civînekê li Si’ûdiyê bo hevgirtina hêzên opozisyonê berî gotubêjên bên yên li Viyêna.
Elcubêr tekez kir ku welatê wî wê hewl bide ku beşek berfereh ji pêkhateyên hêzên opozisyona “liberal” bi herdu baskên xwe yên siyasî û yê çekdarî ve amade bibin, hevdem tekezî li ser dûrxistina rêxistinên “terorîst” wek rêxistina DAÎŞê û Bereya Elnesra kir.
Jêder:Hevbendî