Wezîrê karûbarê penaberan yê Libnanî Muîn Elmerebî dîsa tekez kir ko Hizbullaha tirorist penaberên Sûrî ber bi dewletên rojava ve koçber dike, û planên Îranî yên guhertina dîmugrafî li Sûriyê cîbicî dike.
Elmerebî di daxuyaniya ji êzgeha Weten FM re di pirogramê (Çep-Rast) de, destnîşan kir ko planek li rex hizbullaha tirorist û Şepêla Niştimanî ya Azad li Libnanê heye, ji bo ko ew penaberên Sûrî bo dewletên Ewropî koçber bikin û nehêlin vegerin Sûriyê, di pirojeyê Îranî de yê ko dixwaze guherîna dîmugrafî li Sûriyê pêk bîne.
Elmerebî got hevalbendên rêjîma Esed danûstandinê bi dewletên Ewropî û Keneda û Emerîka re dikin, ji bo pêşwaziya hejmareke bêtir ji penaberên Sûrî pêşwazî bikin.
Elmerebî bal kişand ser ko agahîyin li bal wî hene destnîşan dikin ko 20 rewşên kuştinê çêbûne derheqê ew kesên di mehên bûrî de ji Libnanê vegeriyane Sûriyê, û dibîne ko kuştin bi awayekî rêbazkirî pêk tê, û bi operasiyonên rêbazkirî yên ko penaberên vegeriyayî amanc dikin.
Wezîrê Libnanî dibîne ko gerek hevalbendên rêjîma Esed li Libnanê daxwazê ji Hizbullaha tirorist bikin, ko ji Sûriyê derkeve û ji bajar û bajarokên ku dagîr kirine derkeve, tako xwedanên wan yên li Libnanê ne li malên xwe vegerin.
Wezîrê Libnanî hefteya bûrî aşkere kir ko milîtanên hizbullah hin penaberên Sûrî yên li herêma Ermûn dijîn revandine, û tekez kir ko ji nava kesên revandine: Xalid Casim Elferec, Welîd Mihemed Elhisên û Mihemed Mehmûd Elcasim.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê binpêkirinên milîtanên hizbullaha tirorist ên derheqê penaberên Sûrî de dike protesto kirin, û dibîne ku ew li dijî yasayên navdewletî yên ji penaberan re hatine danîn in , û ew di asta tawankariyên cengê û tawankariyên lidijî mirovîniyê de ne.
jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/êzgeha Weten FM