Wzȋrȇ Karȇ Hindir ȇ Libnanȋ Nihad El – Meșnȗq tekez kir:” Șerȇ Hizbilla Li Sȗriyayȇ – dȗrȋ encaman – nakokiyek dȋrokȋ li Sȗryayȇ dadimezirȋne “. ȗ got: ” Rejȋma Esed a ku 250 Hezar kes kuștiye, ne mumkin e berdewam be, dibe ku Beșarȇ Esed berdewamiyȇ di kuștinȇ de bike, lȇ nikare fermandariya Sȗryayȇ bike”.
El – Meșnȗq dȋt ku: ” Tu destholatȋ Ji rejȋm Esed re li libnanȇ ȗ sȗrȋ tune ye. gotin ya Iraniya ye. “.
El –Meșnȗq wisa jȋ got: ” Hikȗmeta Linanȋ di asȇkirin ȗ parastina Libnanȇ ji veguhestina agirȇ derdorȇ ber bi wȇ de serkeftȋ bȗ”, ȗ destnȋșan kir ku ” Tu dever li Libnanȇ tune ne ku xȇzȇn șer lȇ hene ji bilȋ bajarokȇ Ersal ȇ sȋnorȋ” ȗ pirsyarȋ avȇt ser millȇ milișiyȇn Hizbilah ȇn tirorist ȗ șepola E`wn ȇn ku ” Nehiștin kampȇn sȋnorȋ di bin navnȋșanin cuda de ji wan hewes ȗ bicȋkirin werin veguhestin “. ȗ ragihand ku: ” Kar dibe bo navtȇdana Sȗryan li ser hiștina Ersal ber bi kampȇn Biqa` de, lȇ piștgiriyek diravȋ gerek e, ȗ em ȇ di kongirȇ bexșȋneran li Kiwȇtȇ li ser vȇ yekȇ rawestin “.
Ji hȇla xwe ve serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Xalid Xoce tekez kir: ” Artȇșa Sȗrȋ a Azad ne tenȇ șerȇ Beșarȇ Esed li Sȗrȋ dike, lȇ șerȇ rejȋma Iranȋ jȋ dike, ȗ bal kișand ku Esed rȇvebirȇ cȋbicȋkirina berjewendiyȇn Iranȇ ye, ȗ Iran nema dikare li Sȗryayȇ xwe bigre, wȇ dem were ku dest ji Esed berde, weke ku dest ji Malikȋ berda “.
Jȇder: Hevbendȋ – Ajans