Serokê Emrîkî Barak Obama nekarîna balefirên Hevalbendiyê ji danîna sînorekî ji rêxistina ” Daiş” re li deverê li vê sedemê vegerand: ” Wek ku min ji destpêkê de gotiye, ev pirsgirêk di navbera şev û rojekê de çareser nabe”.
Kolonêlê Emrîkî Con Kîrbî di kongirekî rojnamegerî de diyar kir: ” Operasyonên azmanî bi tenê nikarin pirsgirêkê çareser bikin û Kobanî biparêzin, û ji bo têkbirina rêxistina tundrew divê ku artêşin ji hêzên Sûrî yên miyanrê û hêza Iraqî ku bikaribin vê yekê pêk bînin hebin, lê niha di hindirê Sûriyayê de hevparên me yên xwebexş û xwedîhêz û aktîv tune ne. rastî ev e”.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Nûra Elemîr di daxuyaniyeke xwe de gotibû: ” Helwesta Emrîkî derbarê rawestina dûlabê kuştina rêbazkirî derheqê Sûriyan li ser destê hêzên Esed û rêxistina ” Daiş” hîn sist e”.
Elemîr li ser gotina Obama ya berî dawî got: ” Nêrînek û istratijî derbarê rûbirûbûna metirsiya tirora Esed û “Daiş” li deverê tê tune ye, ew jî ji ber tunebûna vîneke siyasî ya rastîn di çareserkirina rewşa Sûrî de”.
Elemîr wisa berdewam kir: ” Divê ku rêvebiriya Emirîka bawer bike ku baştirîn şêwe bo şerê tirorê di riya şerê Esed û rêxistina ” Daiş” bi hev re ye, ji hêleke dî ve, çi istratîjî bo şerê tirorê di hindirê kembera herêmî de bêsûde ye bê piştgiriya Artêşa Azad biser bikeve, Artêşa ku serkeftina xwe di riya rûbirûbûna bi şepola tundiya kor re ya ku rejîma Esed pê şerê devera Rojhilat dike ta mana xwe ya siyasî bicî bîne”.
Jêder: Hevbendî – Ajans