Wilayetên yekgirtî yên Emerîkî guhdaneke balkêş da kêşeya girtiyên Sûrî yên li bal rêjîmê, ko ji destpêka şoreşê ve 2011ê bi rêkeke nerewa bi hezaran bi awayekî rêbazkirî hatine girtin, Waşintom duhî sêşembê ji Encûmena Ewlehiyê daxwaz kir ko dosya girtiyên Sûrî yên li bal rêjîma Esed vebe, û di hefteyên dahatî de gengeşe bibe.
Di gotina xwe ya li Encûmenê Şêrît Norman balyoza Emerîka ya li bal Netewên Yekgitî got: ‘’zehmetkêşiya sivîlên Sûrî yên rêjîmê ew bi nerewayî girtine, yek ji kêşeyên mirovî ye ko operasiyona leşkerî ya bêserûber ya rêjîma Esed pêk tîne dide ser. ‘’
Şaliyê got: ‘’Giringiyeke mirovînî û siyasî digel hev heye bo pêşveçûn çêbibe û bigehêjin zindanên rêjîmê û Sûriyên girtî yên li bal rêjîmê berdin, û bi taybetî zarok û kalemêr û jinan ‘’.
Balyoza Emerîkî ji Encûmena Ewlehiyê daxwaz kir ku ‘’ guhdanekê li babeta girtiyan di hefteyên dahatî de bike bo pêrabûnên lezgîn bo çareserkirina vê kêşeyê bibin.‘’
toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya adara bûrî de tekez kir ko dora 182hezar kesî di zindanên Esed û milîtanên bi ser ve de ji 2011 ve girtî ne, an bi kotekî veşirtî ne.
Berê jî 50 rêkxistinên sivîl yên Sûrî dawiya heyva bûrî nameyeke hevbeş ji Encûmena Ewlehiyê re şandine, tê de daxwaz kirine ko ji bo kêşeya girtiyên Sûriyê yekser bilivin, û xweşhaliya xwe bi derçûna biryara Encûmena Ewlehiyê ya hejmar 2474 ya 11 adara bûrî dan, ya ko destpêşxeriya Kiwêtê bû, bo kêşeya windayan gotûbêj bikin, ya ko pêşindeya babeta windayan tekez dike, li gel cîbicîkirina bendên biryarê.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û rikberiya Sûriyê helwesta Waşinton derbarê kêşeya girtiyên zindanên rêjîmê baş dît, û daxwaz ji encûmena ewlehiyê û rêkxistinên navdewletî yên bi mafên mirovan têkildar û Netewên Yekgirtî kir, ko fişareke rastî bidin ser aliyên bibandor ji bo rêjîmê neçar bikin ko çarenivîsa bi dehhezaranan sivîlên girtî aşkere bike û yekser wan berde.
Kêşeya girtiyan yek ji mezintirîn dosyayên tawanên cengê ye, yên ko rêjîma Esed di salên bûrî de pêk anîne, ko bi dehên raportan tekez kirine ku rêjîma Esed berpirsa kuştina bi dehhezarên girtiyan e bi şêweyekî rêbazkirî û bi mebest, efserê cidabûyî Qeyser 55hezar wêneyên girtiyên ko bi êşkenceyê hatine kuştin ji zindanê derkirine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî