Encûmena Nûneran Ya Emerîkî yasaya Qeyser ya parastina sivîlan li Sûriyê pesend kir, ya sizayan li ser piştgirê rêjîma Esed jî feriz dike, û daxwaz dike ko yên tawankariyên cengê li gel rêjîma Esed ji sala 2011ê ve kirine dadgeh bibin, û yasaya ko Encûmena Nûneran pesend kiriye, daxwazê ji serokê Emerîka Donald Tramp dike piştî yasa amade bibe, sizayan bide ser kesayetî û firakisyonên biyanî yên ko piştgiriya darayî û teknîkî ji rêjîma Esed re pêşkêş dikin.
Pol Rayan serokê Encûmena Nûneran Ya Emerîkî û endamê partiya Komarî ya wilayeta Wîskonson got: “nabe ko çav ji tawankariyên Esed yên li dijî mirovantiyê bêne girtin û bi hebûna van sizayên nû emê berdewam bin di dana fişarê de ser rêjîmê û piraniya piştgirên wî ji wan jî Îran û Rûsya.”
Yasaya ko navê Qeyser lê hatiye kirin, ku naznavê cudabûyekî ji rêjîma Esed e, û wî bi hezaran wêneyên binpêkirinên derheqê girtiyan di zindanên rîjîmê de bûne belge kirine. û herdu partiyan ya dîmuqratî û ya komarî yasa pesend kirine.
Li gora nerînan dê yasaya Qeyser jidilbûna serok Tiramp ya danûstandina bi rêjîma Esed û hevalbendên wê re têxe ezmûnê de, piştî derbeya ko birêveberiya serok Tiramp ya li ser bingeha Elşueyrat ya asmanî ya bi ser rêjîma Esed ve di nîsana borî de pêkaniye.
Her weha Emerîka siza li ser rêjîma Esed feriz kirine bi sedema binpêkirina mafê mirovan û bikaranîna çekên kîmawî ji şeş salan ve ji gava ko şoreşa Sûriyê dest pê kiriye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans