Duhî ji aliyê encûmena rîsipiyên Amerîka ve bi piraniya dengên herdu partiyan ya demokrat û komarî, pirojeyek ji bo sepandina sizayên nû li dijî Îran û Rûsiya hat pesindkirin.
Û heta ev piroje bibe yasa, pêwîstiya wê bi pesindkirina kongirês û paşê serok heye, û piroje armanca wê ew e ku Îran nirxê “piştgiriya xwe ya berdewam bo terorê” bide, her weha ev sizayên nû wê li ser hin kesyatiyên beşdar di pirogramê mûşekên balistîk de ferz bibin, her weha wê li ser kesên ku serederiyê ligel wan dikin, tevî milîsên pasvanên Îranê yên ku ligel hêzên Esed beşdar in di kiryarên kuştin û wêrkarinê de li tevaya navçeyên Sûriyê fer bibin.
Sînatorê komarî Lîndsî Giraham got ku siza peyamek bihêz e û wateya vê namê ev e “êdî danûstandina normal bi Îranê re bi dawî bû”.
Û heryek ji Mosko û Tehranê piştigiriya rijêma Esed dikin, û hêzên wan beşdar dibin di oparesyonên leşkerî de, yên ku bûne sedema kuştina bi dehhezarên sivîlan û wêrankirina jêrxana bingehîn û koçberkirina hemwelatiyan ji cih û warên wan tevî kiryarên dorpêçkirinê û tawanên şer yên din.
Herwiha yasa sizayên nû li ser “gendelkarên Rûsî” yên tometbar di pêkanîna tawanên mezin û binpêkirina mafên mirov de fer dike, her weha li ser kesên ku destên wan di perçekirina Rijêmê de heyî û kesayetiyên çalakiyên sîxorî bi fermana dewleta Rûsiya dikin fer dike.
Bob Kiroker serokê komîta peywendiyên derve ya encûmena rîsipiyan got ku ev “yasa gelekî bihêz e” û got ku “îro encûmena rîsipiyan berpirsiyariya xwe” ya taybet bi siyaseta derve tekez dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Wekalat