Serokê Tirkî Receb Teyib Erdogan got rêxistina Daiş dest daniye ser hindek ji bîrên neftê li deverê, û diyar kir ku ew çekan di riya firotina neftê re bidest dixe.
Erdogan di gotina xwe ya duh di vekirina Melbenda Rêxistina Taqeta Cîhanî de pirsî :” Daiş bo kê bîrên neftê bikar tîne? Ew berberiyê di sûka neftê de nas nake, lewre ew tevliheviyê dike, jibilî wilo jî ew çekan ji firotina neftê bidest dixe, û pişt re kuştina xelkê bê rehm berdewam dike “.
Erdogan tekez kir ku gefên Daişê ji cîhanê tev re çesipand ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn ne herêmî ne, lêbelê cîhanî ne, destnîşan kir ku dersa mezin ji gefên ku Daiş da cîhanê ku rewşa ,Sûrî ya niha, û bi giştî ya Rojhilata Navîn ne herêmî ye, lêbelê cîhanî ye, li gor gotina wî.
Ji hêleke dî ve Hikûmeta Sûrî ya Demkî tekez kir ku:” Rejîma Esed aliyê tekane ye ku neftê ji komên tendrew ên dest danîne ser bîrên devera Rojhilatî a ku derveyî kontrola Esed û rejîma wî ye dikire, û ev yek bi xwe biryara Encumena Ewlehiyê ku dijî kirîna berhemên neftê ji komên tundrew e, da ku kesê kiryar di piştgiriya tundrewan û tirorê di riya aboriyê de beşdar nebe binpê dike”.
Berî niha Wezîrê Neft û taqetê di Hikûmeta Demkî de Ilyas Werdê ragihandibû ku :” Ne rewşa Ciyosiyasî û ne ya coxrafî rejîma Esed li ser Daiş mîna pencereyek tekane bo firotina berhemên xwe yên neftê ferz dike, lêbelê rêkeftinên nehînî û nediyar di riya siyaseta sûdgirtina berdêlî ku ew bingeha danustendina herdu aliyan e, vêyekê hişt ku Daiş Esed di riya navbêjên xwe yên bazirganî bike kiryarê bi tenê bo berhemên neftê li deverên ne di bin destê wî de “.
Werdê wisa berdewam kir:” Dorpêça vê operasyonê kirînûfirotina neftê di navbera her du aliyên tirorê li deverê , Daiş û Esed, bi yek awayî şîrove dibe; ku daiş neçar e ku nefta xwe bifroşe esed û hevalbendên wî, mîna qencîvegerekê bo radestkirina hêzên Esed ji bîrê neftê berî vekişîna Wan ji devera rojhilatî . radestkirin wê çaxê li gor rewşa îro bû, bi şertê ku ev komên tundrew bibin pasvanên paqij li ser wan bîran ta ku nekevin destê Artêşa Sûrîa Azad a ku nûnertiya gotina şoreşgeran li deverê dike. Destdanîna Artêşa Azad li ser van pirojeyên neftê metirsiyek siyasî ûistratîjî li ser hebûna rejîma Esed e, ji ber destdanîna li ser neftê dihêle ku şorşger ûşervanên Sûrî serxwebûna xwe ya aborî bistînin, ûev yek jî tê wateya serxwebûna siyasî, ku wê yekser ziyanê bighîne berjewendiyênn Esed ûhêzên herêmî û navdewletî ên hebûna xwe di hindirê Civaka Navdewletî de di riya piştgiriya tirorê de xurt dikin”.
Jêder: Hevbendî