Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di hevdîtina wî ya bi televizyona CNN ya Emerîkî re tekez kir ko eger ne ji piştgiriya Rûsya û Îranê ji Esed re be ewê di 24 demjimêran de bikeve
Erdogan herdu dewlet rexne kirin” ko herdu dewlet piştgiriya Esed berdewm bi çek û peran dikin.” Bêtir got: “gelo ne Daiş heta neha hevkariya rêjîma Esed dike?” û rêjîma Esed ya herî bêtir ko piştgiriya Daiş dike û yên ko bizavê dikin da Rêjîm bimîne ew bi xwe evê berpirsiyariyê hildigirin.
Serokê Tirkiyê rexneya xwe berdewam kir: “Çima ew xwe wekû deyndarê Esed dibînin? Em nuha li himber welatekî parçekirî, sotî û miletê wî qir bû, dîktatorek ewî birêve dibe û ew diktator tête parastin. Û ew piştgiriya rêkxistinên tirorist dike” Serokê Tirkiyê got“ez bi wan re di evê mijarê de axivîm û min got nabe ev tişt berdewam bimîne, û nema piştgiriya wî bikin û destê xwe ji pişt rakin ewê di 24 demjimêran de birûxe. ”
Erdogan diyar kir ko ewî ji serokê Rûsya filadîmêr Potîn re li Bako li Lîstikên Olompî got, û min serokê Rûsya bi şêweyekî cuda ji niha dît, û me wezîrên derve destnîşan kirin da digel hev danûstandinan bikin, lê daxuyaniyên Rûsya yên evê dawiyê ez matmayî kirim û ez tênagihêm.
Emîndarê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de Enes Elebde di daxuyaniyeke berê de got: Helwesta Rûsya yekalî ye bi bal rêjîma xwînrêj de ye û ew piştgiriya wî bi çek û abûriyê dike her wiha ji aliyê diblomasî jî Rûsya ji pênc salan ve tev ko tawankariyên wî dibîne jî pişta Esed digire.
Elebde ji aliyekî dî ve diyar kir ko miletê Sûrî, Îranê wek dagîrker dibînin û piştgiriya kujer Beşar Esed û Rêjîma wî bi hemû cûreyên abûrî, darayî û siyasî dikin, û doz kir ko Nandoz û Çeteyên xwe yên mezhebperest û tawankar yên ko gendelî û kuştinê li Sûriyê dikin ji Sûriyê vekêşe.
Jêder: Hevbendî+CNN