Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdoxan bi tundî got :”Dive îran hêzên xwe ji Sûriya , Yemen û îraqê vekişîne ,û divê ew rêzgirtinê ji serwerî û yekîtiya xaka wan welatan re bigre” .
Serokê Turkiyê weha jî got:”Daxuyaniyên îran yên vê dawiyê derbarî bûyerên li Yemenê normalin, û tiştên ku wê di van demên dawî de li Sûriya û îraqê kirine ronî dikin , wiha diyar e ku îran duxwaze tevaya herêmê desteser û kontirol bike ,ma heye bê hiştin ku wiha bike?” .
Û Erdoxan anî ziman “Reftarên îranê bûne cihê bîntengbûna hejmarek ji dewletan wek Erebistana Siûdî û gelek ji dewletên Kendavê”, û got : bi rastî ev tişt nayê tehmûl kirin ,û dive îran vî tiştî bibîne û zanibe “.
Û her wiha Erdoxan bal kişand ser ku ji berêde wan amadebûna xwe ragihandiye ji bo pêşkêşkirina hemû piştgiriyên locistî ji operesyona Bahoza Elhezim re,ya ku li Yemenê di berbanga çarşembê de destpê kir .
Erdoxan wiha jî got :”hûn pêş çavên xwe li îraqê dibînin ,ji alîkî de şer bi Daişa tîrorîst re ye , û ji alîkî din ve pasevanên şoreşger yên îranî, yên îranê ew şandine wê deverê .ma gelo ev tiştekî durust e?” û bal kişand ser ku “îran eynî wan tiştan li Sûriyê jî dike ya ku kesek tê de heye ku 300 hezar ji Sûriyan kuştine, gelo misilmanek dikare berevaniya vî kujerî bike ? ez dibêjim na “.
Ji aliya xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî piştgiriya xwe ragihand ji ” operseyona leşkerî ya Bahoza Hezim re, ya ku ji bo pêkanîna daxwazên Yemenê û gelê wê bû , ji bo rizgarbûnê ji dijminkariya ku Milşyayên Hûsiyên bi ser Îranê ve li wê deverê dikin”.
Hevbendiyê wek nûnerê tekane ji gelê Sûriyê re han da “Dewletên bira û dost da bizava çêkirina hevpeymaniyeke bihêz bikin da dawiyê li rijêma Esed bînin, û sînorekî ji Rijêma Îranî û temaya wê re deynin, û wêrankirina berdewam li sûriyê rawestînin, û alîkariya Sûriyan di cîbicîkirina hêvî û daxwazên wan yên rewa de bikin”.
Jêder : Hevbendî