Wezareta karûbarê derve ya Erebistana Siûdî duhî duşembê nûçeya li hin malperên eliktironî belav bûbû derbarê daxuyaniyekê ko wezîrê derve Dr. Ibrahîm Elesaf gotiye ku balyoza Erebistana Siûdî li Şamê vebûye mandel kir.
Wezareta derve li ser malpera xwe ya Tiwêterê tekez kir ko ev nûçeyên li ser vegerandina peywendiyan çi rastiya wan nîn e, û daxuyaniya ko li ser alavên ragehandinê belav bûne derbarê vegera peywendiyên diblomasî bi rêjîma Esed re mandel kir.
Helwesta Siûdiyê wek ya Qeterê ko dewleta Qeter li ser zimanê Wezîrê derve destnîşan kir ko ‘’ Peywendî di vê qonaxê de ligel rêjîmê , peywendî bi kesekî re ye ko tawankariyên cengê kirine, û ev mijar gerek neyê pejirandin‘’. Û Got ‘’Gerek riya vegera komkara Erebî ji bo rêjîmê neyê dan. ‘’
Di heman pêvajoyê de partiyeke Tûnisî ya mezin, serdana Beşar Elesed bo beşdarbûna di komcivîna bilind ya komkara Erebî de red kiriye, partiya ‘’Tevgera Tûnis ya viyanê ‘’ ya bi serokatiya Minsif Elmerzûqî serokê berê, serdana Beşar Elesed bo Tûnisê red kir.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê , helwestên dewletên Erebî yên vegerandina peywqendiyan bi rêjîma Esed ya kujer re red dikin; bilind nirxandin, û got ku ev helwestên mêrxasiyê ne.
Û tekez kir ko vegerandina peywendiyan bi rêjîma Esed re ji berjewendiya rêjîmê û hevalbendên wê ye, û bi taybetî Îranê , û bal kişand ser ko çareserî li Sûriyê siyasî ye li gora biryarên navdewletî yên ko encûmena ewlehiyê bo Sûriyê dane, û ya pêşî daxuyaniya Cinêv û biryara 2254ê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî