Yekîtiya Ewropî tekez kir ko misogerkirina dadmendiyê û sizakirina kesên destê wan di tawanên cengê de heye di rêya komîteke vekolînê ya navdewletî, ew bingeha veguhastina siyasî li Sûriyê ye.
Yekîtiya Ewropî di daxuyaniya xwe de ya roja çarşembê got:“Em ê di karê ji bo dadgehkirina berpirsiyarên tawanên cengê yên metirsîdar de li Sûriyê berdewam bin”, nûnera bala ya ewlekarî û siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî Fîdrîka Mogîrînî got: “Misogerkirina dadmendiyê li Sûriyê yek ji giringtirîn hêmanên bingehîn ên ko gerek operasiyona veguhastina siyasî li ser ava bibe.”
Mogîrînî got ko Yekîtiya Ewropî :“îro tekez dike ko ew bi piştgiriya miletê Sûrî û operasiyona siyasî bi serpereştiya Netewên Yekbûyî ji bo çareserkirineke siyasî pabend e.” û destnîşan kir ko “Gelê Sûriyê hêjayî aştî û dadiyê ye, û em ê li kêleka wan rawestin ” li gora gotina wê.
Yekîtiya Ewropî di daxuyaniya xwe de, anî ziman ku ew bawer in ku divê mafê qurbaniyan bigihê wan û berpirsiyarên tawankariyên cengê li Sûriyê radestî dadgehan bibin, ji ber ev mijarin bingehînin ji bo pêkanîna operasiyona lihevhatina bi rastî û giştî li Sûriyê bi tevayî.
Berê jî Yekîtiya Ewropî duşemba borî biryarek dabû, têde siza li ser 16 berpirsên leşkerî yên rêjîma Esed yên destê wan di êrîşa kîmawî de ya li ser Xan Şêxûn de li gundewarê Idlib hebû feriz kirin. Û bi wê yekê hejmara berpirsiyarên rêjîmê yên navên wan di lîsta sizayên Ewropî de giha 255 kesan.
Komelgeha giştî ya Netewên Yekbûyî di çileyê pêşî yê borî de tîmeke navdewletî ji bo vekolîna di tawankariyên cengê de yên ko dibe li Sûriyê çêbûbin damezirand, û wê baregeha wê li Cinêvê be, û emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Entonyo Gotîrîs dadwera firensî Markî Oyil wek serok ji bo tîmê destnîşan kir, ya ko berê di dadgehên navdewletî yên taybet de li kosovo û kembodya û dadgehên sizayên navdewletî yên li Yogislafya berê kar kiriye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans