Firensa daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ko kesên berpirsiyar yên ko êrîşên bi çekên kîmawî li Sûriyê pêk anîne siza bikin, piştî rojekê ji tekezkirina rêkxistina “Human Rights Watch” ko hêzên rêjîmê dawiya sala buhûrî, êrîş birine ser bajarê Helebê û gaza kilora jehrîn bikar anîne, di encamê de 8 kes tevlî zarokan kuştine, û dora 200 kesên din birîndar bûne.
Berdevkê wezareta derve ya Firensî doh got ko tawanên di raportê de hatine pir metirsîdar in, û rêkxistinê hevdîtin bi çend dîdevanan re kirine, û wêne kom kirine, û li tiştên tomarkirî vegeriyane, û ew didin xuyakirin ko hilîkopterên rêjîmê bombeyên gaza kilor di êrîşên 17 çêreya paşî heta 13 çileyê pêşî berdane.
Berdevkê wezareta derve bêtir got ko welatê wî gengeşêyê digel şirîkên xwe dike, tako biryarekê bo berpirsiyarên êrîşan siza bibin derxînin. Û got ku bikaranîna çekên wêraniya tevayî tawana cengê ye, û gefê dide aştiya cîhanî, her weha berdevkê Firensî got ku rizgarbûna ji sizayê li gora derbirrîna wî ne yek ji bijarteyan e.
Rêkxistinê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ko berpirsiyarên rêjîmê siza bike. Her weha raportê destnîşan kir ko belgehê tekez nîn in didin diyarkirin ku destê Rûsya di êrîşên kîmawî de li dijî sivîlan li Sûriyê heye, tev ko firokên Rûsî roleke wan ya mezin di êrîşên asmanî digel firokên rêjîmê li ser herêmên rojhilatê Helebê hebû.
Berê jî Firensa û Birîtanya pirojeyek ji Encûmena Ewlekariyê re di çileyê pêşî de pêşkêş kirin bi amanca sizayan li ser kesayetî û dezgehên girêdayî bi rêjîmê ve feriz bikin, çimkî çend êrîş bi çekên kîmawî dane, û ya herî metirsîdar êrîşa ko bajarokên Xûta rojhilat û ya rojava di tebaxa 2013an de amanc kirin, di encamê de dora 1200 sivîlî piraniya wan jin û zarok bûn hatin kuştin.
Jêder: Ofêsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans