Balyozê dawiyê yê Amerîka li Sûriyê Robert Ford, îro di çavpêketinekê de ligel kenala “CBC” ya Amerîkî , dît ku bombebarankirina firokxaneya Elş’îrat li Sûriyê ji aliyê Amerîka “pir baş bû”, û herwiha Ford bikaranîna çekên kêmyayî careke din ji aliyê Bişar Esed li dijî gelê Sûriyê bi dûr nexist.
Ford cext li ser giringiya êrîşan li dijî rijêma Esed kir, û dît ku zehmet e Rûsiya bikaribe Esed neçar bike ku çekên kêmyayî bikar neyne.
Ford êrîşên leşkerî yên Amerîka bi “pêgavek pêwîst dît bo nehêlana bikaranîna çekên kêmyayî ji aliyê Esed”, û da zanîn ku ev lêdan”bi tenê pêgavek” bû, û dît ku daxwaza Amerîka ya guhertina Rijêmê li Sûriyê bi cih nabe, eger piştgiriya Îranê û Rûsiya ji Esed re berdewam bimîne.
Ji aliyê xwe ve, Con Makîn endamê kongirêsê Amerîka daxwaza danîna sînorekî kir ji “dînbûna kuştinkar” ya serê Rijêmê re li Sûriyê, û Rûsiya han da li ser bêalîkirina xwe, û di kongirekî rojnamevanî de li Serayîvo li welatên Belqan got ku “pêwîst e dînîtîya kuştina berdewam ya Bişar Esed rawestînin”.
Ji aliyek din, duhî Mewlûd Çawîş Oglo wezîrê derve yê Tirkiyê got ku encamên Enqera gihiştiye wan diyar dikin ku hêjî şiyanên Esed yên bikaranîna çekên kêmyayî hene, û daxwaza standina rêşûnan li dijî bikaranîna çekên kêmyayî kir.
Û li Îtaliya û di daxuyaniyekê de bo kenala”TRT” ya nûçeyan ya fermî ya Tirkiyê got ku pêwîstiyek bilez ya hikûnetek veguhêz li Sûriyê heye, û metirsiya çekên kêmyayî wê herdem hebe eger Esed li ser desthilatê be.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat