Sikirtêrê giştî yê NY, Antonio Guterres, duhî roja sêşemê cext li ser giringiya raguhestina fayilê Sûrî bo dadgehên tawanên navdewletî û dadgehkirina tawanbarên şer yên li Sûriyê kir.
Tevî ku binpêkirinên dibin ji aliyê rijêma Esed û palpiştên wê yên ji milîsên Îranê û hêzên Rûsiya pêktên bi mezintirîn binpêkirin têne dîtin, hevdem ku komîta lêkolîna navdewletî berpirsyaretiya rijêma Esed li hember kêmiyabarankirina sivîlan û kêmiyabarana Xanşîxon eşkere kiribû, tevlî belavbûna wêneyên bi hezaran qurbaniyên zîndarkirî di girtîgehên Esed de, ji bilî bombebarana bajar û bazargeh û navendên bajarvaniyê.
Raporta sikirtêrê NY tekezî kiriye li ser bicihkirina biryara 2401 ya li heyva borî ji aliyê Konseya ewlekariyê hatibû standin, ya taybet bi agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî li Sûriyê, û herwiha li ser “misogerkirina dadgehkirina binpêkerên binpêkirinên mezin û ev yek li gor yasa navdewletî bi erk û mercekî pêwîst ji bo dabîkirina aştiyê li Sûriyê dîtiye”.
Sikirtêrê giştî gotiye ku “karên dijminkarî ranewestiyane, û bi taybetî li Xûta, ku êrîşên esmanî û yên bejî û bombebaran her ji derketina biryarê de zêdetir bûne, û bi sedên sivîlan bûne qurbanî”.
Ji aliyê xwe ve, nûnera Amerîka li NY, Nikki Haley, ji ber cêbecênekirina agirbestê piştî derbasbûna heyvekê li ser standina wê, Konseya ewlekariyê bi tundî rexne kir, û Rûsiya û Îran bi pêrewkirina starîjiya dorpêçkirin û birçîkirin û koçberkirinê tomehtbar kirin, û ev yek şermek ji NY re dît.
Haley, duhî di civîna heyvane ya konseya ewlekariyê got ku zêdetir ji 1600 kes li Xûta rojhilat li pêşiya çavên me her ji standina biryara agirbestê ya 2401 li 24’ê reşemeha borî ve hatine kuştin.
Balyozê Fransa li NY, François Delater, got ku biryara 2401 û tevî yasa mirov ya navdewletî li Xûta rojhilat ji aliyê rijêma Esed û hevalbendên wê hatin binpêkirin, û got ku sivîl rûbirû kiryarên raguhestina neçarî dibin û evjî tawaneke şer e.
Û Wezîrê Derve yê Holanda Steve Block, yê ku niha welatê wî serokatiya xulangeriya karubarên konseya ewlekariyê li vê heyvê dike, got ku pêdiviye konseya ewlekariyê bilez parastina sivîlên Xûta rojhilat û başkirina rewşa gihandina alîkariyên mirovî ji wan re bike.
Wezîrê Holanda, tekezî li ser giringiya bicihkirina biryara konseya ewlekariyê ya 2401 kir, û bi zelalî daxwaza rawestandina şer li Sûriyê û sepandina agirbesteke mirovî bo maweyê 30 rojî kir, ji bo dabînkirina gihandina alîkariyên mirovî bo sivîlên Sûriyê.
Hêjayê gotinê ye ku karsparteyê mafê mirov yê NY, Zêd kurê Re’id Elhusên li demekê pêştir li vê heyvê daxwaza raguhestina fayilên binpêkirinên mafên mirov li Sûriyê yên li ser destê Rijêmê û hemû aliyan ji bo dadgeha tawanên navdewletî ji konseya ewlekariyê kiribû, hevdem ku konseya ewlekariya navdewletî li 24’ê reşemeha borî biryara 2401 standibû ji bo agirbesteke 30 rojî û nehêlana dorpêçkirinê, lê rijêma Esed û hevalbendên wê biyekcarî pabendî bi biryara navdewletî nekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat