Jêdereke Leşkerî di hêzên Hevpeymaniyê de ragihand ku :” Wê rejîma Esed li Şamê berî dawiya vê sale birûxe”, û destnîşan kir ku hêzên rejîmê ji hev ketine û bûne komin çete, û hêzên şoreşê li Gundewarê Şamê bo ruxandina wî dibin yek.
Jêdera ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku ” Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî zaniyariyên hûrbîn li ser rewşa hêzên Esed û tiroristan di heman demê de hene, û hevpeymanî rê nade tu hêzên tundrew destên xwe deynin ser Şamê “.
Jêderê got ku milişiyên Hizbillah, îroj, li Qelemûnê , Gundewarên Humsê, û Gundewarên Şamê li himber gelek astengiyan e, û moralên şervanên wan vê dawiyê qels bûne.
Destnîşan kir ku bi sedan ji regeza Şî`î li Libnanê tevlêbûna nav milişiyên Hizbillah a tirorist qebûl nakin.
Jêderê wisa jî destnîşan kir ku “Hêzên Esed di pêla dawî de hewl dide ku şervanan ji partiyên netewî û Ilmanî tev li xwe bike, ji ber rewaşa wan partiyan û rêjîmê nexweş dibe, û her kes dizane ku kirêtiya kaxezên rejîmê yên bi wan lîsk dikir bi yek carî hatiye eşkerekirin”.
Jêderê berdewam kir” Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yekser destwerdanê nakin, lê ewê rewşê kontrol bikin, û hemû cureyên piştgiriya locistîk pêşkêş bike, berî ku dest ji hêla Sûriyan bi xwe ve ser Şamê were danîn “.
Jêderin diblomasî Xerbî ekez kiribûn ku” Rêvebirya Emirîkî tu pirsgirêk li gel bo piştgiriya bilindkirina leşkerî li Sûryayê tune ye, û ew pilaneke leşkerî-siyasî zeal bo qonaxa piştî derketina Beşarê Esed dixwaze”.
Jêderên diblomasî gotin ku rêveberiya serokê Emirîkî Barak Obama li pêşiniyarên ji herdu aliyên Ereb û Tirk bo avakirina deverek aram guhdar kir, yan bi kêmanî misogerkirina parastinek asmanî ji hêzên ku wan bi alîkariya wezareta berevaniyê a Emrikî(Bintagon) rahênan dikin, ew vê yekê dipejirînin, lê herweha pilaneke siyasî tekûz jî bo qonaxa piştî Esed bi du beşên xwe yê leşkerî û yê siyasî dixwaze.
Serokê Hevebndiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce tekez kir ku serkeftiyên berdewam ên şoreşgerên Sûrî yên leheng li Başûrê welêt û Bakurê wî bidest tînin, nerîneke siyasî nû ferz dike, gotubêjkirina vê yekê bi ketîbeyên li ser erdê û pêkhatiyên Hevbendiyê re jî dibe.
Serokê Hevbendiyê diyar kir ku tektîk a li ser erdê bi awayekî lezgîn bi rê ve diçe ku helwestên dewletên piştgir jî nikarin bigihên asta lezgîniya wê, û destnîşa kir ku ” Dibe rejîm di demeke kurt de û ne di hesaban de birûxe”.
Jêder: Hevbedî – Ajans