Serokê Ferensî Firanswa Holand li Qesra Elîzê pêşwaziya serokê peymangeha Cîhana Erebî Cak Lang û hejmarek ji kesayetiyên rewşenbîr ên Ferensî kir, ji bo behsa rewşa Sûriyê û bi taybetî rewşa Helebê bi wan re bike.
Û wezîrê rewşenbîriyê yê berê Cak Lang û kesayetiyên rewşenbîr yên din di hevdîtina bi Holand re, dilgiraniya xwe ya mezin derbarê çarenûsa sivîlên Sûriy, tevlî yên koçber û derbeder anîn ziman , û şandeyê tekezî li ser giringiya peyketina kesên ku tewanên dijî mirovahiyê li Sûriyê belav kirine kir.
Û van kesayetiyan di 18 vê sibatê de, nameyek vekirî ji serokê Ferensayê re şandibûn, têde ji Ferensa û hevparên wê yên Oropî xwestibûn ku karê ji dest wan were bikin ji bo garentiya parastina gelê Sûriyê û xelkên sivîl yên devera Helebê.
Nameyê ji Ferensayê xwestibû ku destwerdanê di Encumana Ewlekariyê ya bi ser NY ve de bike, ji bo daxwaza rawestandina yekser ya bombebarana firokên Rûsî û yên rêjîma Esed li ser tevaya welat bikin, û vekirina dorpêçkirina Helebê, û bidawîanîna dorpêça li ser deverên din, û hiştina derbaskirina alîkariyên mirovî biazadî ji bo hemî deveran.
Firokên dijminkariya Rûsiya berdewam in di bombebarankirina giran li ser tevaya Sûriyê û bi taybetî li ser Helebê, û nexeweşxane û xwendingeh û taxên xelk têde dijîn dike armanc, û Tora Sûrî Ya Mafê Mirovan belge kirine ku Rûsiya 27 avahî û senterên pizîşkî kirine armanc, ji dema destwerdana wan di Sûriyê de, di dawiya eylûl/septembera bûrî de, û nîşan da ku wan êrîşan 58 şehîd ji sivîlan xistin, 11 ji kadroyên pizîşkî di nav wan de hene.
Jêder: Hevbendî+Al-Arebiye