Firanswa Holand serokê Ferensayê tekezî li ser pêwîstiya rawestandina rijêma Esed ji bumbebarkirina bitewşî û destberdana siyaseta pirçîkirina Sûriyan kir.
Holand di daxuyaniyekê de ku Koçka Serokatiyê belav kiribû, diyar kir ku wî di hevpeyvînên xwe de li gel hevrêzê desteya bilind ya danûstandinan Riyad Hicab, tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina biryara 2254 ya ji Encûmena Ewlekariyê derketibû kir, ya ku têde tekezî li ser “veguhestina siyasî” li Sûriyayê li gorî daxwiyaniya Cinêvê hat kirin, û bi xwurtî tekez kir ku divê Beşar Elesed tu rolê di Sûriya sibe de nelîze.
Û piştgiriya xwe ya tekûz ji pîlana ku Opozîsyona Sûrî li Riyadê daniye da xwiyakirin, û razîbûna xwe ji amadebûna Opozîsyonê bo vegerandina danûstandinan bi rijêmê re li gorî lîsteyeke kar ya destnîşankirî diyar kir, û da xwiyakirin ku viyana rijêma Esed di danûstandinên rastî de, girêdayî ye bi rawestandina wî ji bumbebarankirina bitewşî û siyaseta birçîkirina navçeyên bitevahî re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreşê û rikberiya Sûrî, ji civaka Nandewletî xwest ku bizaveke bilez dijî tawankariya Rûsî ya serberdayî der mafê gelê Sûrî û zarok û pîr û kalên wê bikin, û tekez kir ku ev riftara guncayî bi tirorîstiya Esed re ya ku ji destpêka şoreşa Sûrî de armanc jê ew e, şikandina viyana gelê Sûriyê û ruxandina çareseriya siyasî .
Û her wiha hevbendiyê tekezî kir li ser ku ev tawan û ji bilî wê jî yên rêjêmê û hevalbendên wê binpêkirineke diyar in ji biryara 2254 re, ya ku tekeziyê li ser rawestandina yekser ji her êrîşên dijî sivîlan re dike, û bi tundî got ku ev bêdengiya civaka navdewletî derbarê tawanên rijêmê û hevalbendên wê dijî sivîlan û erzandîtina xwîna wan ta vê redeyê bêşermî û fihêtkariyeke mirovahî ya mezin e .
Jêder: Hevbendî +Ajans