Rêxistina Human Rights Watch, ya mafên mirovan, roja duşemê got ku biryara rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump, ya rastiya dagîrkariya Îsraîlê li ser Colanê red dike, bêrêziya wî ji parastina welatiyên Sûrî ya li gor yasa mirovan ya navnetewî diyar dike.
Û Arik Goderson, cîgirê serokê beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê, got: “Xwiyaye Tramp dixwaze yasaya navdewletî ya xelkên Colanê diparêz e birûxîne”, her weha got: “Eger Turmp berdewam be li ser vê yekê; dibe ku ev ye welatên din ên dagîrker han bide li ser dagîrkirina welatan û niştecîkirina dagîrkeran û talankirina samanan”.
Û got ku heger xaka dagîrkerî Kirim be yanjî Aldifa Alxerbiyê be yan jî Colan be, heman prensîpên sivîlan diparêze li ser wan cêbicî dibe, ku Trump nikare vê bi biryarekê pûç bike”, û rêxistina Human Raghts Watech diyar kir ku, “dewlet, tevî desthilatên dagîrker jî, nikar in van maf û erkan ji aliyê xwe de betal bikin”.
Çavdêrîya Mafên Mirovan ragihand ku “ji ber binpêkirinên berdewam ji mafên mirovan re” yên dagîriya Îsraîlê “ji Colanê”, pêwîstiya gelê Sûriyê bi parastina berdewam heye li gor yasa dagîrkirinê, di nav de qedexekirina avakirina wargehan û derxistina çavkaniyên xwezayî ji bo berjewendîya dewleta dagîrker”.
Ji aliyê xwe ve, Netewên Yekgirtî pabendiya xwe bi biryarên Konseya Ewlekariya û Civata Giştî ya NY ragihand, ku tekest dikin li ser ku dagîrkeriya Colana Sûrî, karekî nerewa ye li gor yasa navnetewî.
Konseya Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî çend yasa derxistin li ser piştrastkirina vê rewşê, ku herî dawî li 22’ê adaraîsal bû, ragihandibû ku girikên Colanê “dagîrkirî ne” li gor hiqûqa navnetewî.
Ku bilindcihên Colanê tevî Aldifa Alxerbiyê û devera Xeze û nîvgirava Sînayê, di hezîrana 1967 de ji aliyê Îsraîlê hatin dagîrkirin, û di encamê de bi deh hezaran welatiyên sûrî ji cih û warên xwe ber bi navçeyên din koçber bûn, û Îsraîlê ji wê çaxê de rê li ber vegera wan girtiye.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / ajans