Rawêjkarê NY yê karubarê mirovî li Sûriyê, Yan Îgland, ji hemû aliyan daxwaza dabînkirina derketina bi aramî ji sivîlên li Reqê asêmayî re kir, û daxwaza gerantiyê kir da careke din sivîl nebin qurbanî di navbera wan de.
Derbarê sivîlên asêmayî di navbera rêxistina “DAIŞ” û hêzên “QSD” de, ku piştgirî ji “QSD” re li Reqê ji aliyê Amerîka ve dibe, Îngland derbarê vê yekê doh li Cinêv ji rojnamevanan re got ku “îro daxwaza NY bilez e ji bo hêza erkên mirovî”, û got: ” ya pêwîst ew e ku hûn hemû bizavên xwe terxan bikin ji bo derxistina sivîlan ji bajêr”.
Îgland cext kir ku niha dem dema wê yekê ji bo kirina her karê karibe bête kirin, wek agirbestan yan her tiştekî ji bo ku sivîl bikaribin ji bajêr derkevin, û got ku “ligel wê yekê , em baş dizanin ku çekdarên DAIŞ bi hemû şiyanên xwe hewl didin sivîlan bihêlin da xwe bi wan biparêzin û wan wek mertalên mirovî bikar bînin”.
Ji aliyê xwe ve, mezina rawêjkarên rûbirûbûna qeyranan li rêxistina Lêborîna Navdewletî Donatîla Rofêra, duhî di daxuyaniyekê de got, ku ” di dema xurtbûna şerê ji bo standina Reqê ji dest rêxistina DAIŞ, bi hezaran sivîl hatine dorpêçkirin, û di rewşek xirab de winda dibin û tên kuştin, û top û gule ji her aliyekê li ser wan dibarin”.
Û Rofêra got ku pêwîst e milîsên “QSD” û hêzên Amerîka têbigehin ku DAIŞ sivîlan wek mertalên mirovî bikar tîne, lewra pêwîst e bizavên xwe zêde bikin ji bo parastina sivîlan”, û cext li ser giringiya wê yekê kir ku “xwe dûr bikin ji bombebarankirina bitewşî, û riyên aram bêne vekirin ji sivîlan re ji bo dûrkirina wan ji bombebarankirinê”.
Rofêra bal kişand ku ” tawanên ji aliyê DAIŞ dibin berpirsyaretiya yasayî û navdewletî ya aliyên şer yên din kêm nake derbarê parastina sivîlan”.
Û NY û rêxistina Lêborîna Navdewletî hişyarî dan li ser çarenivîsa sivîlên Reqê yên asê mane di navbera aliyên şerker de, û Lêborîna Navdewletî rewşa wan sivîlên asêmayî li Reqê di nabera agirê milîsên “QSD” yên bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistina DAIŞ de bi “windageha kujînkar” binav kir.
Û NY daxwaza agirbesteke mirovî kir ji bo rê bête dan bo derxistina nêzîkî 20 hezar sivîlên dorpêçkirî ji Reqê, û Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîka ya dijbera rêxistina DAIŞ han da ku êrîşên xwe yên esmanî kêm bike ji ber ku bi rastî hin sivîl bûne qurbaniyên wan êrîşan, û Lêborîna Navdewletî tekez kir ku hilmeta Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîka ji bo derxistina rêxistina DAIŞ ji Reqê bi rastî bûye sedema kuştina bisedên sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat