Li 13′ meha hezîrana bê, dê bazirganekî Sûrî yê nêzîk ji rejîma Esed, li pêşberî dadgeha Bilind li “Halifax” li Kanada, li ser doza binpêkirina sizayên aborî li ser rêjîma Esed yên li sala 2011’an, bihête dadgehkirin.
Li gorî pêşbînîkirina hin çalakvanên Mafên Mirovan, dibe ku “Mohamed Nadir Qelh’î” yê tawanbar yê li Şamê dimîne, bêyî amadebûna wî bihête darizandin, û dê parêzerên wî li şûnê li dadgehê amade bibin, ku ev yekemîn car e bi vî rengî ji bo darizandina bazirganekî nêzîk ji rejîma Beşar Esed weha çêdibe.
Li demeke pêştir jî, piştî du salan ji lêpirsînê, li havîna sala par, ji aliyê “Dadgeha destûrî ya kanada” bi awayekî fermî bazirgan li bajarê “Halifax” li Kanada hat tometbarkirin, herwiha sizayên Ewropayê jî li dijî wî, bû sedema destjiberdana Qelh’î ji piladariya xwe wek endamê desteya rêveberiya banka “Byblos” li Sûriyê.
Ajansa “Kanada Border Agency Services” got: ku lîsteyên rêşûnên aborî ji aliyê Qelh’î yê nêzîk ji rejîma Esed hatin binpêkirin, bi riya dayîna 15 milyon $ ji bo kompaniya “Cyrialenk”, ku ji çend projeyên xanuberan, tevî torên internêtê li Sûriyê pêk tê.
Herwiha navê Qelh’î di nava zincîra belgeyên “Bradayiz” de hatibû, ya tê binavkirin bi navê “pelên bihiştê” li sala 2017’an, ku ji aliyê wê kiryarên reva ji bacê ji bo kesayetiyên navdar li seranserî cîhanê hatibûn eşkerekirin.
Tê zanîn ku hemwelatiyê sûrî, Nadir Mohemed Qelh’î, yê niştecî li Kanada, jidayîkbûyê Şamê ye li sala 1961’an, û bazirganî bi hevkariya Ramî Mexlûf kurxalê Bişar Esed dikir, di warê bazirganiya jêçêkirên petrolê, şûnwar, û veberhênanên turîzmê.
Qelh’î yek piyayên Esed yê herî bi bandor e, û yek ji bazirganê aboriya rejîmê ye, û endamê “bazina navxweyî ye”, ku rêveberê karên aborî yên Beşar Esed bi xwe ye, û birêvebirê veberhênanên mezin yên darayî yên bazirgan û rayedarên nêzîk ji rejîmê yên sizadar di nav lîsteya ambargoyên aborî yên navnetewî de.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî /Wekalat