Îro roja şembiyê, berdevkê Koçka Sipî “Coş Arinst” ragihand ku rêjîma Esed- ya tê piştevanîkirin ji aliyê Rûsiya, dibe ku dorpêçekê li dor bajarê Helebê bisepîne, hevdem nîgeraniya welatê xwe li hember xirabiya rewşa mirovî li Helebê diyar kir, ji ber egera sepandina vê pêgava çaverêkirî, Arinst di konfirasekî rojnamevanî de got ku rêjîma Esed sivîlên di bin kontrola opozisyonê de armanc dike, û bal kişand ku hewla dorpêçkirina bajarê Helebê di van çend rojên bûrî de nîşana vê yekê ye.
Dîsa berdevkê koçka Sipî bal kişand ku êrîşên hêzên Esed di bin perdeya êrîşên asmanî yên firokên Rûsiya de tên encamdan, û dibin egerê kuştina bihezaran xelkê sivîl, û herweha kartêkirinek nerênî dike li ser hewlên çareserkirina kirîza penaberan li navçeyê û li cîhanê bi giştî.
Arinst got ku “êrîşên Rûsiya derfetê didin rêjîmê bo zêdekirina tundutûjiyê li dijî sivîlan, herwiha bizavên navdewletî yên ji bo çareseriyek siyasî li Sûriyê têk dibe”, û dîsa got ku “Em nîgeran in ji sepandina dorpêçkirinê li ser bajarê Helebê, ji ber ku em dizanin ku dorpêçkirina bajarê Helebê wê bibe sedema xirabiya rewşa wê ya mirovî”.