Raporta komîta vekolînê ya hevbeş ya navbera Netewên Yekbûyî û rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî doh înê aniye ziman ko komît fişarê dide ser rêjîmê ji bo navê serpereşt û yekîniyên leşkerî yên guman li ser wan heye ko êrîşên jehrînî kirine, piştî vekolîn gihana encama ko hêzên Beşar gaza kilor lidijî sê gundên bakurê Sûriyê 2014 û 2015an bi kar anîne.
Komîtê di raporta xwe ya dawî de ya ko ji Encûmena Ewlekariyê re hildaye got wê bi fermî ji rêjîmê xwestiye ko pêzanînên operasiyonên asmanî pêşkêş bike û bi taybetî herdu bingehên asmanî yên ko hilîkopter ji wan firiyane. Raportê destnîşan kir ko vekolîner dixwazin “navê yekîniyin destnîşankirî ji hêzên rêjîmê û her weha firakisyonên din yên guman li wan tê kirin nasbikin.”
Vekolîneke navdewletî nasnameya du refan ji firokên hilîkopterên rêjîmê û di yekîniyên leşkerî yên din destnîşan kiriye û berpirsiyariya êrîşên kîmawî bi gaza kilorê li dijî sivîlan daye ser sukra wan û li gora diblomaiyekî rojavayî got: “encamên ko Netewên Yekbûyî û rêkxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî gihanê li gora pêzanînên ewlekarî yên rojavayî û herêmî ne”. bêtir got ko “Firqa 22 û ketîba 63 û Refên 255 û 253 yên bi ser rêjîmê ve”li ser van êrîşan berpirsiyarin.
Berê jî Firensa û Birîtanya pirojeyê biryarekê ji Encûmena Ewlekariyê re pêşkêş kirine bi amanca ko li ser kesayetî û dezgehên bi desthilata Beşar ve girêdayî ne bi sedema bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan sizayan feriz bikin. Siza dê 11 berpirsiyarên leşkerî yên rêjîmê têkin lîsta reş de tako danîn wan yên darayî di benkên cîhanî de rawstînin û rêwîtiyê li wan qedexe bikin, her weha dê deh dezgehên bi ser rêjîmê ve ko wan jî çekên kîmawî çêkirine û bipêşve birine siza bibin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji dewletên endam kir ko pêrabûnin sizayî lidijî yên ko êrîş kirine li gora benda heftan ji peymana Netewên Yekbûyî pêkbînin li gora ko di biryarên Encûmena Ewlekariyê de 2118, 2209 û 2235 hatiye, yên ko rêza yasaya navdewletî negire û sivîlên bêsûc dikuje dê siza bibe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans