Yasadanerên Emerîkî, doh, daxwaza dameziranaina Dadgeheke Navdewletî kirin, da vekolînê di tawankariyên cengî de li Sûriyê bike. Encûmena Cîgirên Emerîkî bi giştî biryarek ne ferzkirî dan, û wê biryarê 392 deng anîn beraber 3 dengên redkirinê, ew biryar dozê li Koçka spî dike da dozê li Encûmena Ewlekariyê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve bike, ji bo yekser Dadgeheke Navdewletî damezirînin ji bo vekolînê di tawankariyên cengî yên li Sûriyê çê bûne bike. Salixê tawankariyên Rêjîma Esed dan ku ew “ binpêkirinên metirsîdar in ji yasaya navdewletî re, digihên asta tawankariyên cengî û tawankariyên li dijî mirovantiyê”
Her wiha biryarê bi tundî bikaranîna nerewa ji tundûtûjiya bê serûber re ji hêla Hêzên Esed û hevalbendên wî li dijî sivîlan pirotesto kir. biryarê doz li Emerîka û şirîkên wê kir da êrîşên li ser sivîlên Sûriyê ji hêla Rêjîmê û hevalbendên wê birawestînin û hem jî mîkanîzmekê ji parastina sivîlan re deynin.
Biryarê doz ji serokê Emerîka kir, ko balyozê Emerîka bibal Netewên Yekbûyî ve bişîne, da Dadgehekê taybet bi tawankariyên cengî li Sûriyê damezirînin, ko ji dadgeheke herêmî an navdewletî ya têvel pêk bê, da dadgehkirina tawankarên Rêjîma Esed û hevalbendên wî bike.
Her wiha biryarê doz li dewletên din jî kir ko tawanbarên tawanên cengî, an tawankariyên li dijî mirovantiyê, an yên cînosayid li Sûriyê kirine bigirin, û wan radestî Dadgeheke taybet bi tawankariyên cengê bikin, û pêzanîn û belgehan ji bo dadgeha taybet pêşkêş bikin.
Hevrêzkarê Desteya danûstandinan Riyad Hicab, tekez kir dema Desteya Desthilatdariya veguhêz bête damezirandin, giring e Esed têk biçe û li pêşberî dadgeheke navdewletî li ser tawankariyên cengî bête dadgehkirin.
Jêder: Hevbendî+Acans