Rêxistina lêborîna navdewletî, vîtoya Rûsiya li encûmena ewlehiyê li dijî pirojebiryara Amerîka ya ji bo dirêjkirina karê komîteya lêkolînan derbarê bikaranîna çekên kêmyayî li Sûriyê, wek sîleyek bihêz li rûyê dadweriyê, û erzankirina xwîna qurbaniyên êrîşên kêmyayî dît.
Şêrîn Tadros, seroka ofîsa lêborîna navdewletî li NY, got ku bikaranîna Rûsiya ji mafê redkirinê VÎTO re, ji bo parastina hevalbendê xwe Bişar Esed ji sizayên bi sedema tawanên şer, wek roniya kes tê dîtin ji bo pêkanîna wan tawanan, û sivikdîtina yasa navdewletî ye.
Tadros daxwaz ji Entonyo Gotîrîş sikirtêrê giştî yê NY, û endamên encûmena ewlehiya navdewletî kir, ku bêhelwest nemînin li hember ew kesên dixwazin encûmenê bikin alavek bo derbaskirina helwestên siyasî di navbera dewletên endamên herdemî de , ku ji ber wan reftaran netewên yekbûyî nema kare biryarên xwe cîbecî bike beramber tewanên şer û yên dijî mirovahiyê.
Têzanîn ku li roja sêşema borî, ev cara nehemîn e Rûsiya vîto di encûmena ewlehiya navdewletî de bikar tîne, ji bo têkşikandina helweka encûmena ewlehiyê ya ji bo biryar bête standin li ser pirojebiryareka Amerîkî ya dirêjkirina salekê ji karê komîteya lêkolînan re ya derbarê aliyên li pişt encamdana êrîşên kêmyayî li Sûriyê , bi sedema bi karanîna vîto ji aliyê hevalbenda Esed li dijî heman pirojebiryarê.
Û di biryara navdewletî de hatiye ku erkê tîmê, ya ji pesporên NY û rêxistina qedexekirina çekên kêmyayî pêktê, destnîşankirina berpirsyarên bikaranîna çekên kêmyayî ye, çi kes bin an girûp bin an jî hikûmet bin.
Hevbendiya Niştimanî dît ku vîtoya Rûsiya tê bi armanca astengîkirina mîkanizma lêkolîna hevbeş di tawanên bikaranîna çekên kêmyayî de, û ew di rastiya xwe de ragihandinek bêşermî ye li ser berpirsyaretiya Esed ya tekûz di ber vê tawanê de.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de bi tundî bikaranîna mafê redkirinê “vîto” ji aliyê Rûsiya şermezar kir, û dît ku ev “cara nehemîn e helwesta Rûsiya li encûmena ewlehiyê berdewam e, di warê kospkirina destpêşxeriyan de, û parastina tawankaran ji dadgehkirinê, û vekirina dergehan li pêşiya tawanbarên şer ji bo pêkanîna tawanên xwe bê tirsa ji sizakirinê“.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat