Tuesday, May 13, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Siyasî

Li ser Şopa Hejmarek ji Welatên Ewrûpayê Yekem Doza Dadwerî li Holanda li Dijî Rejîma Esed Vedibe

January 9, 2019
in Nûçeyên Siyasî
Reading Time: 3 mins read
A A
Li ser Şopa Hejmarek ji Welatên Ewrûpayê Yekem Doza Dadwerî li Holanda li Dijî Rejîma Esed Vedibe

Ji aliyê hin parêzerên Sûrî û Rêxistinên Mafên Mirovan li Holandayê dozeke dadwerî li dijî rayedarên rejîma Esed ên sûcdar bi tawanên şer ên li çend salên borî li Sûryê hatine pêkanîn vebû, û ev gav bû cihê dilxweşiyeke berfireh di nav tevgera mafên mirovan û ya siyasî de.

Rartekek li roja duşemê ji aliyê Tora “BIRN” ve ya taybetmend bi dadpirsînan li Ewropa hat belavkirin, û têde gotiye ku ji aliyê saziya “Nuhanovic” ya Hollandî û Navenda qerebokirina qurbaniyên şer li Amsterdam û parêzerên Sûrî li Holanda, hewldan dibin ji bo dadgehkirina berpirsên rejîma Esad bi vekirina dozên yasayî li dijî wan.

Torê got ku dadgeha Holanda ya taybet bi dozên li dijî çar karbidestên rejîmê li ser pêkanîna tawanan li dijî welatiyên sûrî berçav dike, û torê navên kesên dozdarî dijî wan vebûne diyar nekirin.

Ku ew aliyên doz bilind kirine hewl didin fişaran li ser dadweriya Holandî pêk bînin ji bo ku dadgeha Holanda desthilata “dadweriya navnetewî” bistîne, da ku bikaribe dadpirsînan derbarê tawanan li dervî erda Holanda jî pêkbîne.

Ev pêgava dibe ji aliyê parêzerên sûrî û rêxistinên mafên mirovan, hevdem tê ligel bizavên Ewropayê yên dibin ji bo sizakirina berpirsyarên rejîma Esed yên sûcdar, bi pêkanîna tawanan li dijî gelê Sûriyê her ji destpêka şoreşa sûrî ji sala 2011’an ve.

Herwiha desthilata dadweriya Avusturyayê jî, di meha borî de dest bi lêpirsînan derbarê dozekê li dijî 24 berpirsên rejîma Esed kiriye, ku doz ji aliyê rêxistinên mafên mirovan hatibû bilindkirin, bi sûcdariya pêkanîna “tawanên şer” û kiryarên îşkenceya girtiyan û kesên bêserûşûn bi awayekî hovane di zindanên rêjîmê de.

Û berî niha jî, ji aliyê dadweriya fransa di mijdara borî de yadeştnameyeke girtinê ya navnetewî li dijî sê efserên mezin ên rejîma Esed hatibû bilindkirin, ku ew kes ev in: Elî Mamlûk, Serokê Buroya Ewlekariya Netewî, û Cemîl Hesen birêvebirê kargeriya îstîxbarata asmanî ya sûrî, û Abdul Selam Mehmûd, serokê şaxê lêpirsînê yê îstîxbarata asmanî.

Herwiha jî, dozgerê Almanya, di meha gulana borî de, yekem biryara girtinê ya navnetewî li dijî hin kesayetiyên rejîma Esed bilind kiribû, û di serî de li dijî serokê îstîxbarata hêza asmanî jeneral Cemil Hesen, piştî giliyekî ku ji aliyê hin girtîyên berê yên di zindanên rejîmê de hatibû pêşkêşkirin.

Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bang li rêxistinên mafên mirovan û kesên sûrî yên xwediyê regeznameya Ewropayê kiribû, ku dozên dadwerî derbarê tawanên rêjîma Esed li welatên cuda pêşkêş bikin.

Hevbendiya Niştimanî dabû zanîn ku ev doz dibin fişareke navnetewî ya giring li ser rejîma Esed û dewletên piştevanên wê, û bal kişandibû ku ev fişar dibin alîkar ji bo nehêlana dubarekirina desthilata rejîmê, û sizadana berpirsiyarên sûcdar bi tawanên şer.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

ShareTweetSend

Related Posts

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike
Nûçeyên Siyasî

Fransa Êrîşên Rijêma Esed û Rusya li Ser Parêzgeha Idlibê Şermezar Dike

November 7, 2023
Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin
Nûçeyên Siyasî

Desteyên Alîkariyê Hişyariyê ji Encamên Rawestandina Alîkariyên Mirovî li Sûriyê Didin

June 25, 2022
Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e
Nûçeyên Siyasî

Lêbûrîna Navdewletî: Yasaya ku Îşkencê wek Tawan Dibîne, Hewildana Veşartina Tawanên Rijêma Esed e

April 2, 2022
Next Post
Sala 2018ê 587 Êrîş dijî Navendên Zindîdar li Sûriyê Hatin Pêkanîn û yên Herî Gelek yên Rêjîmê û Rûsyê Bûn

Sala 2018ê 587 Êrîş dijî Navendên Zindîdar li Sûriyê Hatin Pêkanîn û yên Herî Gelek yên Rêjîmê û Rûsyê Bûn

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.