Serokȇ Tirkȋ ” Receb Teyib Erdogan” ȗ Șahȇ Si`ȗdȋ Melek ” Selman Bin Ebdilezȋz Al Si`ȗd” li ser pȇwistiya zȇdekirina piștgiriya ji Artȇșa Azad re tȇ pȇșkȇșkirin bi awayekȋ ku encamin berbiçav bidin lihev kirin.
Ev lihevkirin di serdana fermȋ ya Serokȇ Tirkȋ Receb Teyib Erdogan bo Erebiya Si`ȗdȋ pêk hat.
Berdevkȇ Fermȋ bi navȇ Wezareta Derve ya Tirkȋ ” Tango Bȋlgȋtȋș” destpȇkirina bernameya rahȇnan ȗ amadekirina Artȇșa Azad bi sponseriya Tirkȋ ȗ Emirȋkî yȇn ku rȇkeftinek bi vȇ yekȇ di 19 meha Sibata bȗrȋ de imze kiribȗn bȇ ku behsa hȗrbȋniyan bikin ragihand.
Wezȋrȇ Tirkȋ ȇ Karȇ Derve Mewlȗd Cawȋș Oxlo li ser lihevkirina Tirkȋ -Emirȋkȋ tekez kir ku ” Hȇzȇn Artȇșa Azad ȇn ku wȇ werin rahȇnankirin ȗ amadekirin wȇ șerȇ rȇxistina Daișȇ, ȗ di heman demȇ de yȇ rejȋma Esed jȋ bikin”.
Ji hȇla xwe ve Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ ked û karê Tirkȋ – Emirȋkȋ di hewldana misogerkirina rahȇnanek pȋșeyî bo Artȇșa Sȗrȋ a Azad ȗ zȇdekirina meșqkirina wȇ di șerȇ her du riwȇn tirorȇ li deverȇ; rejȋma Esed ȗ rȇxistina Daiș bilind nirxand.
Jȇder: Hevbendȋ – Ajans