Yekîneya Hevrêziya piştgiriyê bi hevkariya Hikûmeta Sûrî ya demkî, pirogramê “Hevkarî” ragihand bo piştgiriya navçeyên dorpêçkirî û yên gihiştina wan zehmet, bi rêka hilmetên hawarhatinê û pirojeyên geşepêdanê bo xizmetkirina hindek kertên serekî.
Armanca pirogram xizmetkirina xelkên navçeyên dorpêçkirî û yên zehmetî di gihiştina wan de heye, û ji bo dabînkirina beşekî ji pêdawîstiyên wan yên corbecor bi rêka dahatên berdest di wan navçeyan de, piştî kêmbûna dahat û xizmetguzariyan bi astekî gelekî nizim bi sedema dorpêça rêjîma Esed.
Budceya bernameyê “Hevkarî” gihişt nêzîkî 7.6 milyon dolarî, hat terxan kirin bo bicihanîna hilmet û pirojeyên guncayî digel siruşta wan navçeyan, û ji bo pêşkêşkirina kelûpelên hawarhatinê û herwiha hindek hat mezaxtin ji bo pirojeyên berhemhênana samanên wan navçeyan da xelkên dorpêçkirî yên xweragir sûdeyê jê wergirin.
piroje û hilmetên “Hevkarî” hatine avakirin li ser vekolîna “pêdawîstî û karîna gihandin û dabeşkirinê” bi alîkariya hevparên xocihî bo vegirtina kertên serekî: ewjî ” ewlehiya xwarinê” û “kertê saxlemiyê” û “kertê jêrxaneyên bingehîn” û herwiha tevlî piştgiriya “fêrkirin û şiyandinê”.
Para navçeyên dorpêçkirî ji budceyan gihişt nêzîkî 5.5 milyon dolarî bi rêjeyekî zêdetir ji 72% ji budceya pirogram, ku budceya terxankirî bo piştgiriya kertê “ewlehiya xwarinê” gihişt nêzîkî 3.49 milyon dolarî, ku rêjeya sûdwergirtina navçeyên dorpêçkirî jê derdora 96% ye, û budceya piştgiriya “kertê saxlemiyê” gihişt 2.5 milyon dolarî; ku rêjeya sûdwergirtina navçeyên dorpêçkirî jê gihişt 34%, û budceya piştgiriya “kertê jêrxaneya bingehîn” nêzîkî 0.42 milyon dolarî; sûdwergirtina navçeyên dorpêçkirî giha 91% , û budceya hilmeta “Nûn bo piştgiriya fêrkirin û karînê” gihişt nêzîkî 1.23 milyon dolarî, rêjeya sûdwergirtina navçeyên dorpêçkirî 70% ye.
Jêder: Hevbendî