Karvedan û çalakiyên pirotestokirinê li dijî gotara kînê li Libnanê berdewam in, kîna ji alîgirên rêjîma Beşar Elesed derketiye, û ya sereke Hizbullah û şepêla wezîrê derve Cibran Basîl.
Çalakvan, mafnas û akadîmiyên Libnanî li dijî daxuyaniyên wezîrê derve rawestaneke pirotestokirinê li navenda Beyrûtê paytexta Libnanê rêkxistin kirin, û tekez kirin ko Libnanî ne nijadperest in û ew li welatê xwe dikevin ber gelek cûreyên regezperestiyê û ev daxuyaniyên berpirsiyarine Libnanî didin ne nerîna hemû Libnaniyan e.
Yên rawestan rêkxistin kirine siloganin hildane li ser nivîsîne: ‘’ Faşîzimê tu caran welat ava nekirine‘’ û silogana ‘’ li dijî gotara kînaê‘’, wek karvedaneke kolana Libnanî li dijî daxuyaniyên sorkirinê yên berpirsiyarine Libnanî, û gotin ku ev nijadperestî û sorkirin e dijî penaberên Sûrî li Libanê.
Vekolînera libnanî, Muna Feyad, ya di xwepêşindanê de beşdar bûye got ku ev gotara kîndar tirsnak e û welat ji hev dixe, û bal kêşand ser ko derdê xwedanên van gotaran ez im û ne tu kesekî din e, û destnîşan kir ku komeke regezperest û bikîn li dora xwedanên van gotaran hene.
Akadîmisyanê zankoya Emrîkî li Libnanê Nasir Yasîn got ku pêşketin li welatekî çênabe eger berpirsiyar palpê nede ser rastî û pêzanînên durist, ne li ser derew û şaşitiyan. Û bal kêşand ser ko derew û xapandin dibe hinekî xelkê li dora siyasetmedar bicivîne, lê welat wêran bike.
Beşdarbûyî dibînin ko gotara Nijadperestî ji bingehê ve li ser derew û pêzanînên şaş hatiye avakirin, û got ku kêşeya penaberan bi cudakirina xelkê ji hev çareser nabe.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs, duhî tekez kiribû ko kirdeyên hin aliyên Libnanî ko dixwazin tengaviyan bo penaberên Sûrî çêbikin, û kampên wan xirab dikin û zêdevaniyan li dijî wan dikin, û li hin cihan kuştin jî kirine, vegerandina wan ya kotekî bo welat amanc dikin, û ev mijar jiyana wan dike metirsiyê.
Camûs got ku yên dixwazin penaberên Sûrî ji Libnanê neçar bikin bo vegerê; berpirsiyariyê li himber dadgehên navdewletî hildigirin, û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ewê berê xwe bide dadgehan li gora rewişt û yasayên navdewletî yên ko mafên penaberan diparêzin. Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî