Wezîrê dewleta Libnanê yê karûbarê penaberan Muîn Emerebî duhî sêşembê ji acansa Esyoşêtid press re aşkere kir ko binpêkirinên rêjîma Esed rêjeya vegera penaberên Sûrî yên li Libnanê kêm kir.
Merebî got ko 20 penaberên Sûrî ji destpêka vegera wan ji Libnanê, li Sûriyê bi destê hêzên rêjîmê hatine kuştin, û tekez kir û got: “20 hatine kuştin û min bi xwe kuştina sê kesan belgeh kiriye, û bi mirovên wan re jî axivîme“.
Wezîrê Libnanî got ku binpêkirin bi riya girtinê û neçarkirina li ser leşkeriyê ye, û dibîne ko ev binpêkirin nahêle penaberên din ji Libnanê vegerin.
Rêkxistinên mafnasiyê girtina 700 penaberên ji Libnanê ji meha şeşan ve vegeriyayî belgeh kirine, û hîn jî 370 ji wan girtî ne.
Netewên Yekgirtî û dezgehên mafnasiyê tirsa xwe diyar kirin û gotin: Eger penaberên Sûrî vegerin herêmên kontrola rêjîmê wê dîsa ziyanê bibînin.
Destnîşan kir ko hejmara penaberên Sûrî yên li Libnanê tomarkirî ne 1.2 milyon penaber e, lê hejmar nuha li gora texmînên xwecihî yên Libnanî dora 940hezarî ne, piştî ko hin ji wana li Sûriyê vegeriyane an li cihin din bicih bûne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, civînek bi çend penaberan re yên ko li Libnan û kampên wê dijîn, di riya toreke televizyona girtî re heftiya bûrî lidar xist, û digel wan rewşa penaberan û bi taybetî mijara vegerê gengeşe kir.
Hevbendiya Niştimanî got ku rêjîma Esed ‘’şêweyê tawankariya xwe naguhere‘’, û tekez kir ko çi hewildan bo vegerandinaa penaberan tê wateya ew li mirina wan tên vegerandin, û bal kşand ser gotinên wezîrê Libnanî Muîn Elmerebî derbarê kuştina çend penaberan piştî vegeriyane Sûriyê û got: ‘’ ev rastiya tirsa me û ezmûneya me bi rêjîmê û milîtanên Îranî yên tirorist re tekez dike.‘’
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî