Raportek hat amadekirin ji aliyê komeleya pizêşkên Sûrî Amerîkî (Samis) têde hatiye eşkerekirin hebûna “bêhtir ji 640 hezar mirovî” dibin dorpêçê de di Sûriya de, berûvajî amarên nivîsingeha Netewên Yekgirtî ya karubarên mirovî “otoşa” ku tenê vê hejmarê bi 212 hezar kesî texmîn dike.
Komeleya navhatî raportek giştgîr derxist li jêr navê “mirina hêdîka, jiyan û mirin di komelgehên Sûrî de dibin dorpêçkirinê de”, têde hat ku “dorpêça demdirêj ji navçeyên akincîdar re- ku di hin navçeyan de her ji sala 2012an ve berdewame- bandorek xirab li ser xelkên dorpêçkirî bûye”, û raportê dîkomînt kiriye ku”qeyrana sivîlên dorpêçkirî di Sûriya de gelekî mezintire ji amarên niha yên nivîsîngeha Netewên Yekgirtî bo hemahengiya alîkariyên mirovî”, û tekez kiriye ku niha “bêhtir ji 640 hezar kesî di Sûriya de dijîn dibin dorpêçkirina demdirêj de”, anku “sê caran bêhtir” ji amarên Netewên Yekgirtî yên bi 212 hezar kesî dixeminîne.
Hêjaye ku raport ji 53 pelan pêktê û bi xweve zanyariyên digire ku “560 kes berî niha mirin di navçeyên dorpêçkirî de, û şîkirina zanyariyan dupat dike ku “bandora laşehî ya dorpêçkirinê bi taybetî û bi şêweyekî neguncayî bêhtir kartêkirin li zarok û kalan kiriye”.
Têzanîn ku “raportên sikertêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Bankî Mon heta reşmeha 2015an danpêdanê bi hebûna11 navçeyên dorpêçkirî di Sûriya de kiriye ku di wan de 212 hezar kes dijîn”, têbînî têkirin ku “hejmarên Netewên Yekgirtî roleka bibandor dilîze di çarçovekirina têgiha Civaka Navdewletî de ji qeyrana dorpêçkirinê re di Sûriya de”.
Raportê ji ajansên Netewên Yekgirtî daxwaz kiriye ku ” bilez carek din li rêzbenda navçeyên dorpêçkirî temaş bikin ji bona tevlîkirina 38 navçeyan bo navçeyên dorpêçkirî”, û herwiha derbarê vê mijarê daxwaza “xuyakirina geravî kiriye “, û yekser cext dike ku pêwîste civaka navdewletî karubarên agirbestên xocihî bişopîne bo misogerkirina rêzgirtinê bi agirbestê”, û daxwaz ji Endamên Encûmena Ewlekariyê kiriye bo “berdewamiya kar ber bi ajotina raguhestina tawanên şer yên di Sûriya de yên hatine encamdan li dijî navçeyên dorpêçkirî bo dadgehên tawanên navdewletî” û zêdebarî vêyekê herwiha “hewl bidin bo encamdana rêşûna çakxwazî ya Firensa pêşkêşî pênc endamên hemîşeyî yên Encûmena Ewlekariya Navdewletî kirî bo kontrolkirina bikaranîna mafê Vîtoyê di doxên qirkirin û Cinosayîdkirinê de”. û di dema ku di Encûmena Ewlekariyê de sernekeve, daxwaz kiriye û ligor soznameya Netewên Yekgirtî ku daxwaz ji komela giştî bête kirin bi ” bestina Civînek taybet û awarte ligor rêşûnên yekîtî ji bona Aştiyê bi armanca derxistina raspardan derbarê rêşûnên bikomel bo serederiyê digel tawanên berdewam yên di Sûriya de diqewimin li dijî Sivîlên bêguneh”.
Têzanîn ku Netewên Yekgirtî korek li ser raporta navhatî mêhvandarî kir bi beşdarî û çavdêriya heryek ji Qter û Siû’dî û Tirkiya û Firensa û Italiya û Birêtaniya û Amerîka bi hemahengiya “Samis, û kor ji aliyê cêgira Qeter ya hemîşeyî di Netewên Yekgirtî de Eliya Ehmed bin Seyf AlSanî ve hat birêvebirin , û herwiha serokê komeleya Amerîkî Sûrî Dr. Zahir Sehlol têde axivî û got: ” pêwîste em dorpêçkirinê bişkênin û pêwîste em bêdengiyê jî bişkênin”.
Herwiha “Dr. Macid” nasnavê nehênî yê rêveberê pêwendiyên giştî yê nivîsîngeha pizêşkî di Xûta rojhilat de “dîdevaniyek zindî li ser navçeyeka dibin dorpêçkirina giştgîr de” pêşkêş kir.
Hêjaye; di daxuyaniyek pêştir de Hîşam Mirwa cêgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kiribû ku rêjîma Esed “waz tenê bi hesin û agir neanî bo beravîtikirina şoreşa Sûriyê, lê herwiha dorpêçek sepand li ser hin navçeyan ku di wan de bi hezareha Sûrî dijîn, û gihandina alîkariyên hawarhatinê li ser wan birîn bo berdewamiyê bide siyaseta sizakirina bikom li dijî Sivîlên wan navçeyên pêşander”.
Merwa birçîbûn û dorpêçkirina Esed pejirand bi “tawanên şer û cînosayid û qirkirina hêdî hêdî li dijî sivîlan di wan navçeyan de”.
Cêgirê Serok bi tundî “berdewamiya dorpêçkirin û birçîkirina Sivîlan” şermezar kir û cext kir li ser pêwîstiya ” çareserkirina bilez kir ligor biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî yên 2139 û 2165″, yên ku bi tundî binpêkirinên befereh yên rêjîma Esed li dijî mafên mirov û yasa miroviya navdewletî şermezar dike, û daxwaza şikandina dorpêçê li ser tevaya navçeyên dorpêçkirî di Sûriya de kir, û daxwaza derbaskirina alîkariyên mirovî û derman û keresteyên pizêşkî kir bi riya derwazên sînorî bê pesindkirina rêjîma Esed”.
Jêder: Hevbendî +Elnehar