Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa Fîdîrîka Mogîrînî ragihand ku Yekîtî bi roleke giring radibe di piştgiriya çareseriya siyasî de, û cext li ser giringiya dadgehkirina kesên tawanên şer li Sûriyê kirine kir.
Mogîrînî duhî di gotarekê de li pêşiya parlamentoya Ewropa got ku yekîtiya ewropa piştgiriya dîtina çareseriyek siyasî li Sûriyê dike û tekez kir ku ew “takerê ye, belê riya aqilmendî ya bi tenê ye ji bo bidawîkirina şer ” ew şerê ji alî rijêma Esed lindijî gel hatî ragihandin.
Ji aliyê xwe ve, Firinsa daxwaza pêkanîna lêkolînek navdewletî kir li ser tohmetên Amerîka yên li dijî rijêma Esed bi sazkirina kûreheka şewtandina termên girtiyan di girtîgeha Seydnaya de, û NY jî daxwaza dadgehkirina tawankarên Sûriyê kir.
Û sikirtêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm di heftiya bûrî di hevdîtinekê de ligel çend berpirsên Yekîtiya Ewropî, daxwaza piştgiriya danustandinên Cinêv kiribû ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ligor tekestên daxuyaniya Cinêv û herdu biryarên encûmena ewlehiyê 2118 û 2254 yên tekez dikin li ser dirustirina desteya hikumraniya veguhêz ku cihê Bişar Esed û desteka wî têde tune be.
Li aliyek din, serokê şanda danustandinkar Nesir Elherîrî li miyanê ragihandina destpêkirina geşteke nû ya danustandinên Cinêvê tekez kir ku dem hatiye bo dadgehkirina tawankarên li Sûriyê û gotibû: ku “pêwîst e cîhan tev kar bike ji bo rawestandina tawanan û binpêkirinên mafên mirov li Sûriyê”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî- Wekalat