Sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî Ban kî Mon got ku miletê Sûriyê bêhêvî bûye piştî armanckirina wî ya bitewşî ji aliyê hêzên Esed bi bombebarankirin û bermîlên teqîner bi êrîşên esmanî.
Ligor raporta heyvane ya Encûmena asyaîşa Navdewletî ya duhî hatiye belavkirin Ban kî Mon got ku “pêwîste li hember qebarê wêrankarî û xirabkirina li tevaya Sûriyê wijdanê tevaya Cîhanê biheje”, herwiha daxwaza pêwistiya dîtina çareseriyek Siyasî ji Sûriyê re kir, ku cenga Esed dijî Sûriyan her ji adara sala 2011an ve bûye sedema şehîdbûna bêhtir ji 220 hezar kesî.
Dîsa got ku :” Divê Civaka navdewletî û nemaze Encûmena Asayîşê, bêxemsarî rêşûnên bilez bistîne bo bidawîkirina binpêkirinên rojane ji yasa navdewletî re û kuştina sivîlan”. û diyar kir ku bêhtir ji nîva nişteciyên Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî hene, yên hejmara wan bi 23 milyonan tête xeminandin ku ji wan 5 milyon zarok in.
Herwiha raportê daye xuyakirin ku nêzîkî 4.8 milyon kesên gihiştina wan zehmet e, di nav wan de 422 hezar kes hêji ji aliyê hêzên Esed dorpêçkirî ne.
Hêjayî gotinê ye ku berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit tekez kiribû ku Esed nabe bi hîç awayekî bibe beşek ji çareseriya Siyasî û bi hîç şêweyekî nayê qebûlkirin di çi qûnaxeka veguhêz de be, bi çi şêweyî be û dema wê bi çi dirêjiyê be jî, û cext kiribû; ku pêwîst e tawankarên cengê yên wek Esed û bendeka wî li dadgehên navdewletî bêne dadgehkirin, û nabe beşdar be di pirosêsa veguhestina ber bi dewleta nû ve.
Herwiha Elmislit dabû xuyakirin ku tawanên rêjîma Esed di derheqê gelê Sûriyê de, ji kuştin û qirkirinê û bikaranîna gelek coreyên çekan, tevlî çekên qedexekirî û tevlî kiryarên qirkirinê di hindur girtîgehan de, û wêrankirina jêrxana abûrî û civakî di Welat de; ferz dike li ser Civaka navdewletî û her aliyekî ku hewl dide piştgiriya çareseriya siyasî bike, ku nabe carek din bi dubarekirina berhemhêna rêjîma Esed rabe, yan jî pêşkêşkirina wê wek hevpar di pirosesa seqamgerîkirina welat de, tevlî ku Esed di salên bûrî de gelek hewl dane bo têkbirina ewlehiyê, netenê di Sûriya de lê belê di bêhtirîn dewletên Cîran de.
Jêder: Hevbendî +Wekalat.