Emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîs di raporta xwe ya duyemîn de derbarê zarokên Sûriyê duhî duşembê aşkere kir ko 3891 zarok li Sûriyê di pênc salên bûrî de hatine kuştin, her weha 3448ê din kêmendam bûne.
Raporta emîndarê giştî ya li ser zarokan ya ko ji encûmena ewlehiyê re pêşkêş kiriye, binpêkirinên tund yên derheqê zarokan ji 16 çêriya paşî 2013ê heta dawiya cehzerana 2018ê belgeh kirine.
Gotrîs nerazîbûn û nîgeraniya xwe diyar kir beraber qebareya binpêkirinên derheqê zarokan de li Sûriyê bûne, û rêjeya dubarkirina wan û berdewamiya gihandina ziyanê, ko ev bûye heşt sal bwerdewam e.
Û raportê rêjîm bi piştguhkirina jiyana zarokan û mafên wan yên bingehîn tawanbar kiriye, û got ku Netewên Yekgirtî bêtir 12500 binpêkirinên derheqê zarokan piştrast kirine.
Raportê anî ziman ko 3773 rewş hatine piştrastkirin, wek leşkerkirina zarokan û bikaranîna wan di cengê de, û 693 rewşên revandinê û zorbaziya sêksî, 98 rewş ji wan jî şûkirina kotekî ne.
Tête destnîşankirin ko raporta emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî li gora biraya encûmena ewlehiyê ya hejmara 1612 ya sala 2015ê derbarê nakokiyên li Sûriyê ji sala 2011ê ve hatiye.
Raporta emîndarê giştî hat, piştî gotina şandyarê Emerîkî yê taybet bo karûbarê Sûriyê Cêmis Cêfrî roja îna bûrî, dema got ku Essed şermeke ji mirovîniyê re, û tawankarê cengê ye, û dibe jî ku ew mezintirîn tawankarê cengê be di cîhana evro de.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya dawî de ya sebareta roja cîhanî ya zarokan, diyar kir ko li Sûriyê ji destpêşa şoreşê ve ,adara 2011ê, 28226 zarok hatine kuştin, û berpirsiyarî da ser milê rêjîma Esed ji ber tawankariyên ko di salên bûrî de kirine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî