Hevrêzkarê karûbarê mirovî û geşepêdanê yê Netewên Yekgirtî li Sûriyê Elî Elzaterî, daxwaz kir ko sivîl neyêne amanckirin bi taybetî li Şamê û Xûta rojhilat ya dorpêçkirî, di vê êrîşa berdewam de ya rêjîma Esed û hevalbendên wê ji hefteyekê de pêk tîne û bi dehan şehîd ketine.
Fermanberiya perwerde û fêrkirinê li gundewarê Şamê ragihand ko wê dema rawestandina dibistanan dirêj kiriye, bi sedema bombebaran berdewam.
Fermanberiya bi ser desthilata Sûrî ya demkî ve, di daxuyaniyekê de got ku dibistan wê heta sibe û dusib girtî bimînin, ji ber berdewamiya bombebarana rêjîmê li ser bajar û bajarokên Xûta rojhilat, ji bo parastina şagirt û mamostayan.
Elzaterî got: ‘’raportên rojane ji çend rojan ve ji me re tên, dibêjin ku hin sivîl mirine û hejmarek din birîndar bûne, û birînên wan xerab in, û depo û nexweşxane û dibistan ji kar ketine, ji encama gulebarandina herdu aliyên şer ji hev re, bi taybetî li Şamê û Xûta rojhilat‘’.
Elzaterî bêtir got ko Netewên Yekgirtî daxwaza rawestandina şer dike, û rêbuhêrkên mirovî û hêmin dabîn bibin, ji bo derxistina birîndar û nexweşan û yên temenmezin û zarokan ji deverên şer, û alîkariyên mirovî ji kesên hewcedar re li hemû herêman bên şandin.
Êrîş ji hêla hêzên rêjîmê li ser Xûta rojhilat tên pêkanîn, tevtî ew parek ji herêmên rêkeftina kêmkirina şer e li Sûriyê, û di rêkeftinê de hatiye ku divê alîkariyên mirovî bo herêmên dorpêçkirî derbas bibin, û rêjîm vê yekê red dike.
Hevbendiya niştamanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, tekez kir ko êrîşên hêzên Rûsî û yên rêjîmê dijî sivîlan li Şamê û gundewarê wê û her weha gundewarê Helebê pêk tîne, ji bo têkbirina çareseriya siyasî ye, bi riya binpêkirina peymanan berdewamkirina şer û tewanan.
Bombebarana hêzên rêjîmê li ser Xûta rojhilat ji çarşema borî de, 63 sivîl ku 13 ji wan zarok in şehîd xistine, her weha bombebarana rêjîmê ne kêmî 427 kesan birîndar kiriye.
Xûta rojhilat ji sala 2013ê ve ketiye ber dorpêçeke tund de, ko hişt heyberên xwarinê û pêdiviyên bijîşkî pir kêm bibin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans