Berpirsa Mafên Mirovan ya Netewên Yekgirtî ragihand ku bêtir ji 100 kesên sivîl bi êrîşên balafirên rejîma Esed û Rûsyayê di van deh rojên dawî de hatine kuştin.
Karsparteya Mafên Mirovan li Netewên Yekbûyî, Michelle Bachelet, duh înê got ku “êrîşên asmanî yên ji aliyê balafirên hikûmeta (rejîma Esad) û hevalbendên wê li dijî dibistan, nexweşxane, bazar û napêjgehan hatine pêkanîn, herî kêm di van deh rojên borî de, bûne sedema kuştina 103 welatiyên sivîl di nav de 26 zarok.
Wî tekez kir ku deverên sivîlan bi qest topbaran dibin û got: “Ev armancên sivîl in, û li gor berdewamiya weke van êrîşan, xuya dibe ku bombebarankirina sivîlan ne bi şaşî ye”.
“Bachelet” bilindbûna hejmara qurbaniyan şermezar kir, û li gor gotina wê ku li hember vê hejmara bilind “xemsariyeke navnetewî ya eşkere heye”.
Netewên Yekbûyî jî, duh li roja înê, ragihand ku bêtir ji 400 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûne, ji ber kampanyaya leşkerî ji aliyê rejîma Esed û Rûsyayê li ser deverên kêmkirina şer li bakurê Sûriyê, her ji dawiya meha nîsana borî de.
Dawid Swanson ji Ofîsa kordînasyona Karûbarên Mirovanî ya NY (OCHA) got ku “bêtir ji 400 hezar kes ji dawiya meha nîsanê ve koçber bûne”.
Ji aliyê hin dezgehên media xwecihî hat ragihandin, ku îro dîsa deşta Idlibê hat topbarankirin, û bajarokê “Erîha” û “al-Heluba” hatin topbarankirin û têde pênc kesên sivîl, tevlî zarokekî, weke serjimêriyeke destpêkê hatine kuştin, û bi dehan birîndar, hin ji wan birînên wan giranin.
Duh, navenda bazarê Sarakib ji aliyê balafirên rejîmê hat bombebarankirin, û bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna sivîlan.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Abda, civaka navnetewî beramber berdewamiya tawanan gunehbar kiribû, û gotibû ku “qurbaniyên van êrişan ne bi tenê qûrbaniyên rejîma Esed û hevalbendên wê ne, lê ew bi xwe qurbaniyên têkçûna civaka navnetewî û xemsariya wê ne jî”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî