Rêkxistina Nûçegihênên Bêsînor di raporteke xwe de ya roja pêncşembê, di lîsta xwe ya salane ya ji bo azadiya rojnamevaniyê de, aşkere kir ko Sûriya bi sedema kuştina hejmarek rojnamevan û berdewambûna astengkirina karê ragihandinî, di pileya 174ê de hatiye li ser asta cîhanê.
Di raporta rêkxistinê de ya bi navê (2019: Alava tirsê di bilintirîn asat bikarîna xwe de kar dike) hatiye : ‘’Rojnamevanî li Sûriyê di rewşeke pir aloz ya kar re dibûre, çimkî girtin û revandin berdewam in, ev dihêle karê ragehandinî metirsîdar û aloz be. ‘’
Raporta rêkxistinê got:‘’Sala 2018ê, herî kêm deh rojnamevan hatine kuştin, sê ji wan di rewşin pir bi guman de hatine terorkirin, her weha di nivîsgehên nifêsê de diyar bûye ko 5 rojnamevan di zindanên rêjîma Esed de bi êşkenceyê hatine kuştin.‘’
Rêkxistinê di raporta xwe de anî ziman: ‘’Ji destpêka îsal de, bi hatina hêzên rêjîmê bo herêmên Xûta û Deraa, bi dehan rojnamevan ji tirsa girtinê reviyan , her weha rojnamevan li jêr gefên hêzên rêjîmê de dijîn.‘’
Rêkxistina Bêsînor tekez kir ko rêjîma Esed ‘’di adara 2018 de, dest bi alaveke nû ya serkutkitinê di biwara Internetê de kir, dema dadgehên taybet bi tawankariyên eliktironî çêkirin.‘’
Û Sûriya ma ‘’di lîsta reş de li ser asta erebî û navdewletî ya pîvera azadiya rojnamevaniyê ya sala 2019ê. Û Navenda Sûrî ya azadiya rojnamevaniyê ya kombenda rojnamevanên Sûrî, di raporta xwe de ya salane ya 2018ê de ya bi navê “Rojnamevanî li Sûriyê: Her der metirsîdar e”, 95 binpêkirinên derheqê ragehandinê li Sûriyê, ji wan belgehkirina kuştina 15 rojnamevanan, bi wê hejmara binpêkirinan, ji destpêka şoreşê de ji nîveka adara 2011 heta 2018, gihişt 1195 binpêkirinan, 445 ji wan rewşên kuştinê ne.
Berê jî rêkxistina nûçegehanên bêsînor di raporta xwe ya salane de ya sala 2018, ya derbarê binpêkirinên derheqê rojnamevanan ragehandiye ku Sûriya duyemîn welat e ji aliyê bidawîkirina jiyana rojnamevanan de li ser asta cîhanê, û got ku sala 2018ê bi kêmanî 80 kes hatine kuştin, û hêj 348 girtî ne, û 60 wek giraw hatine girtin. û ev yekemîn care di cîhanê de ku karekî li dijî ragihênerên kartêker bi vî rengî bûye.
Lîsta cîhanî ya azadiya rojnamevanan ji sala 2002ê ve salane derdikeve, wek destpêşxeriyekê ji rêkxistina nûçegehanên bêsînor ya ko li 180 welatî kar dike, li gor nirxandina piralîbûnê û serxwebûna alavên ragihandinê û rêzgirtina li saxlemî û azadbûna wan .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî