Nûnerê Netewên Yekgirtî yê mafên mirovan Zeyd Bin Re’d Elhuseyn duh duşembê daxwaz ji Encûmena ewlehiyê kir ko binpêkirinên derbarê mafln mirovan li Sûriyê dibin yên ko rêjîma Esed û milîtanên hevkarên wê dikin ber bi dadgeha navdewletî ve bişîne.
Elhuseyn got hêzên rêjîmê zarok êşkence kirine û ew ji heft salan ve pûç û seqet kirine, di gotina ko nûnerê navnetewî di civîneke nefermî ya Encûmena Ewlehiyê de pêşkêş kiriye, ko bi vexwendina Birîtanya û Firensa û Emerîka û Holanda lidar ketiye.
Elhuseyn dibîne ko çi lihevkirineke siyasî li Sûriyê ko rêzgirtina mafê mirovan ji 12 milyon Sûriyan re ko neçar bûn dev ji mal û bajarên xwe berdane“dê ew lihevkirin vala be çimkî qurbaniyan naparêze.”
Elhuseyn di civîna ko 4 dewletên Encûmenê Rûsya, Bolîvya, Çîn û Kazexistan jê kêm bûn de got ‘’ giring e yên destê wan di tawankarî û binpêkirinên mafên mirovan de hebe‘’ li pêşberî dadgeha navdewletî dadgeh bibin.
Encûmena ewlehiyê civîna xwe ya fermî bo gengeşekirina dosya mafê mirovan li Sûriyê duh çênekirin piştî ko Rûsya, Çîn, Kazexistan û Bolîvya red kirin bi behaneya ko Encûmena ewlehiyê babetên mafên mirovan gengeşe nake.
Wezareta derve ya Birîtanya got ku Rûsya dîsa hewil dide binpêkirinên zor yên ko rêjîma Esed dike binixumîne û nûnerê Birîtanya yê Encûmena ewlehiyê Conatan Alan got: ‘’gerek em rê nedin wan me bêdeng bikin. ‘’
Bal kişand ser ko ‘’divê tawankarîiyên li dijî miletê Sûrî pêk tên bêne tomarkirin, bo dadwerî û lihevkirin paşerojê misoger bibin‘’ û got me hemûya gelek caran li ber barê miletê xwe ranebûn û divê em êdî bi erkên xwe rabin.
Komîta navnetewî ya naskirina rastiyan li Sûriyê di raporteke xwe de tawankariyên hêzên Esed û milîtanên hevalbend pê re ji zorbaziya sêksî li dijî jin û keç û zilaman û xortan li 20 navendên girtinê belgeh kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans