Îro, bi dehan şehîd û birîndar ketin ji ber bombebarana hêzên Esed û Rûsya li ser deverên kêmkirina bûyerên zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, û Netewên Yekbûyî di heman demê de bang li Rûsya kir ji bo pêşkêşkirina zelalkirinekê li ser bikaranîna agahiyan li ser cihên xalên bijîşkî li Sûriyê, piştî qewmîna zincîrek ji êrîşên li dijî nexweşxaneyan.
Hin torên media xwecihî ragihandin ku li Idlibê 8 kes şehîd bûn, di nav de jin û zarok, piştî zincîreke êrîşên esmanî û topbarankirinê, û tîmên parastina sivîl, û got ku ew li kesên di bin kavilan de windayî digerin.
Li gorî çalakvanan , çend taxên nişteciyan û navendên giring û xalên bijîşkî li bakurê Hemayê jî hatin bombebarankirin, û bûye sedema birîndarbûba bi dehan, û di nav de hin bi giranî birîndar bûne.
Berpirsê karubarên mirovî li NY, Marc Lokoc, duh li roja sêşemê got ku Konseya Ewlekariyê ya NY hatiye agahdarkirin ku ew nepiştrast in ku dê nexweşxaneyên cihên wan di nav sîstema Netewên Yekbûyî de ye, ya ji bo “çareserkirina nakokiyan” wê parastî bimînin.
Marc Lokoc ji Encûmena Ewlekariyê re got:”Min ji Federasyona Rûsyayê re nivîsandiye ji bo agahdariya bide li ser çawaniya bikaranîna agahdariya di mîkanizma çareseriya nakokiyan de”.
Li gorî Netewên Yekbûyî, ev bêtir ji 23 nexweşxaneyên li Idlibê û taxên wê ji aliyê hêzên rejîmê û Rusya ve her ji dawiya nîsanê ve, ji dema destpêkirina operasyonên leşkerî li ser deverê, hatine topbarankirin.
Tîma “Kordînatorên Bersivdanê” raportek berî çend rojan derxistine li ser hejmara navendên girîng û binesaziyên hatine topbarankirin, û li gorî raportê , hejmara wan 183 xal in, di nav de 57 navendên bijîşkî û nexweşxane û şeş navendên parastina sivîl û 71 navend û avahiyên perwerdeyî û şeş kampên koçberan û 31 mizgeft, li gel 11 nanpêjgehan hene.
Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, roja sêşemê, civînek li gundên Helebê li dar xist têde kiryarên topbaran û wêrkirina deverên nişteciyan û jêrxana bingehîn şermezar kirin.
Abdul Rahman Mistafa, serokê Hevbendiya Niştimanî piştrast kir, ku berdewamiya tawan û şer û binpêkirina peymanên agirbestê, ji gelê Sûriyê re berî her kesekî din dupat dike ku rejîma Esed “hewl dide ji bo rûxandina welêt û kuştina zêdetirîn kesên sivîl”.
Wî tekez kir ku piştgiriya Rusya ji bo çalakiyên leşkerî bû sedema rawestandina pêvajoya sîyasî, herwiha piştevaniya rejîmê di binpêkirina peymanan de û redkirina danûstandinan û pêvajoya sîyasî.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî