Ehmed Dawid Oxlo serokwezîrê Tirkiyê hêzên Esed bi encamdana kuştaran li bajarê Helebê tuhmetbar kirin, û hişyarî da li ser ketina Helebê di destê hêzên Esed de ku li wê demê wê Tirkiya rastî qeyraneka penaberan ya nû bibe. Oxlo di civînekê de ligel serkirdeyên serbazî yên Tirkiya û di kongirekî rojnamevanî de got ku wê Tirkiya rastî arîşeyeka mezin bibe derbarê pirsa penaberan di dema Heleb bikeve di destê rêjîmê de, û careke din daxwaza avakirina “Navçeyeke Parastî” li ser xaka Sûriyê kir, û “Durûtiya pîvanan” ya li ji aliyê Hevpeymaniya navdewletî rexne kir, derbarê lêdana rêxistina Daiş li Kobanê di dema ku Esed kuştaran li hin navçeyên din pêk tîne, amaje bi hewlên Tirkiya kir ligel Hevpeymaniyê di heyva dawiyê de derbarê bîroka rawestandina tawanên rêjîma Esed li hember Sûriyan û daxwaza Tirkiya derbarî avakirina “Navçeyeka parastî” li bakurê Sûriya bo hêwirandina penaberên Sûrî, ku pêwîstiya vê pêngavê bi navçeyeka dijfirînê ku firokên navdewletî çavdêriyê lê bikin heye. Hêjaye gotinê ku Mihemed Qedah cêgirê serokê Hevbendiya Niştimanî rexne li siyaseta hevpeymaniya navdewletî kir, ya rûbirûbûna terorê li Sûriyê dike, û alîkariyan nade artêşa Azad bo rawestandina bizavên Esed bo dorpêçkirina bajarê Helebê, û ew siyaset bi “bêmifa û bi neqandinî ye” anî ziman, çi ji aliyê pêşkêşkirina piştgiriyê ji hin aliyan re, çi ji aliyê lêdana Daiş bitenê û dûrxistina Esed ji lêdanê. herwiha Salim Elmislit jî berdevkê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji hêzên hevpeymaniya navdewletî kir ji bo” avêtina gavên bilez bo ruhakirina Helebê ji dorpêçê û ketina wê di destê rêjîmê de, ku her kêmasiyek ji aliyê hevpeymaniya navdewletî di parastina Sivîlan û di dijberiya terorê de bi her şêweyekî, tê bi wateya şikestina baweriya gelê Sûriyê bi rastgoyiya hevpeymaniyê”. Ji aliyekî din Bedir Camûs endamê desteya siyasî ya hevbendiya niştimanî matmayîna xwe diyar kir, li ser piştguhxistina hêzên Hevpeymaniyê ji bangawaziyên Hevbendiya Niştimanî re bo pêşkêşkirina piştgiriya nojdarî ya lezgîn ji yekîneyên artêşa Azad re nameze li bakurê Helebê û dît ku ev yek dikeve di bercewendiya Esed de, û di heman demê de hişyarî da li ser “encamdana bobelatên mirovî di dema pêşketina hêzên Esed û zalkirina dorpêçê li ser Bakurê Helebê”, û dirêjî da axaftina xwe û got:” ji dema hêzên Hevpeymaniyê dest bi êrîşan li ser rêxistina DAIŞê kiriye, geşbûnek peydabûye li cem rêjîma Esed, û dest bi pirkirina êrîşên xwe yên esmanî û avêtina bermîlên teqîner li ser sivîlan kiriye, û bêhtir ji 40 kuştarî pêk aniye, herwiha hin navçeyên li jêr destê artêşa Azad careke din dagîr kirine, û baweriya şeqama sûrî bi Hevpeymaniyê û bi armancên wê di dijberiya terorê de lawaz bûye, ku rêjîma Esed yek ji serektirîn dahênerê terorê ye di navçeyê de “, û nerazîbûna xwe li hember stratîjiya Hevpeymaniyê û çawaniya rêveberiya karûbaran destnîşan kir û got” hêlana tevaya welat dibin êrîşên Firokên Esed û bermîlên teqîner de, beramber guhdana wê bi bajarekî bitenê”, û ev çende- bicihê gomanê- anî ziman û dazanîn ku ev yek nakeve di xizmeta armancên Hevpeymaniyê de yên hatine ragihandin li dijî terorê” û balkişand ku ketwarê Helebê ” Ezmûnek dijwar e bo herkesê xwe wek dostê gelê sûriyê û piştevanê şoreşa wê binav dike, bi taybetî dewletên Hevpeymaniyê, namaze ligel alîgirên siyaseta ziwhakirina çavkaniyên piştgiriya artêşa Azad”. Di heman çarçoveyê de û berî du rojan Loran Fapyos wezîrê derve yê Firensa daxwaz ji hêzên Hevpeymaniya navdewletî kir ji bo ” bizavên xwe li Helebê xurt bike “, ya dibin gefa rêjîma Esed û tundrewan de ye, û gotarek nivîsand û hate weşandin di rojnameya “lîfîgaro” ya firensî de û di rojnameya “Waşinton Post” de ya amerîkî û di rojnameya ” Elheyat” ya Erebî, ku “pêwîste piştî Kobanê Heleb bête rizgarkirin”, û got ku ” îro Heleb rastî metirsiya ketina di navera bermîlên teqîner yê rêjîmê û serjêkerên Daiş de dibe”. herwiha Fapyos tekez kir ku” di rastî de Bişar Elesed û Daiş du riwên hovîtiyekê ne”, û daxuyakirin ku ” ev herdu hov di vînek hevpar de digehêjin hev, ew jî têkbirina hêzên şoreşger yên miyanrê di Sûriya de”, û hişyarî da ku “Alînekirina Helebê, tê bi wateya destberdana ji 300 hezar jin û mêr û zarokan, li jêr metirsiyeka tirsnak: yan dorpêçkirineka xwînewî dibin bombeyên rêjîma Esed de yan jî di destê hovîtiya terora Daiş de”.
Jêder: Hevbendî + Elcezîre