Endamên parlamentoya Ewropa daxwaza damezrandina dadgeheke taybet bi tawanên şer yên li Sûriyê bûne kir û raguhestina wan tewanan bo dadgeha tawananên navdewletî, piştî berdewamiya hêzên rijêma Esed di kuştina sivîlan û bombebarankirina çend navçeyên Sûriyê de û bi taybetî Xûta rojhilat.
Parlamenteran duhî roja pêncşemê li bajarê Strasbourg li Fransa gotin ku divê rijêma Esed û Rûsiya û Îranê rêzê li agirbesta 30 rojî bigirin, ya ku rêdana ji bo derbasbûna karwanên alîkariyên mirovî têde hatiye, û divê berpirsyaretiya xwe li hember tawanên dirinde yên li Sûriyê dibin hilgirin.
Herwiha sercem tawanên hêzên Esed û hevalbendên wê û oparesyonên bombebarankirina sivîlan û binpêkirinên mafên mirov û yasa navdewletî yên berfereh û berdewam ji heft salan ve ji aliyê parlamenteran ve hatin şermezarkirin.
Parlamenteran cext kir ku Rijêm û herdu hevalbendên xwe Rûsiya û Îran ligor yasa navdewletî berpirsyar in li hember tawanên li Sûriyê, her weha perpirsyariya rewşa abûrî ya xerab ya ji encama operasyonên leşkerî hildigrin.
Parlamenterên Ewropî cext li ser giringiya zêdekirina hewlên siyasî yên navdewketî ji bo dîtina çareseriya siyasî ya li Cenêvê bi serpirştiya NY kir, û bal kişandin ku şerê Rijêmê û hevalbendên wê bûye sedema kuştina zêdetir ji 400 hezar sivîlî, tevlî birîndarbûna bi hezarên sivîlan û derbederiya bi milyonên din.
Parlamenteran daxwaza giringiya aktîvkirina rola Yekîtiya Ewropî di danustandinên aştiyê de ji Federica Mogherinî nûnera siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa kir, û daxwaza peydakirina navçeyên dijefirîn û piştgiriya saziyên komelgeha civaka medenî ya Sûriyê bi awayekî aktîv kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî